Kitêbeka nû li perwerdeya medreseyan zêde bû

Kitêbeka bi navê Tis’îna Hedbî li perwerdeya medreseyan zêde bû.

Nivîskarê kitêba Tis’îna Hedbî, M. Burhan Hedbî ye û kitêb ji alîyê Weşanên Seyda ve hatîye çapkirin.

Wan di danasîna xwe da desnîşan kirîye ku xwendekarên medreseyan bi xêra vê berhemê dê hêsantir fêrî rêzimanê (nehw û serf) bibin. Ev berhem 90 beytan û 34 mijaran dihewîne.

Burhan Hedbî, mela ye û wî gelek ders jî dane, herwiha ew bi nivîskarîya xwe jî tê nasîn.

Hinek ji wan sih û çar mijaran ev in:

Navlêdana Nehw û Serfê, Mijara Danasîna Î’rabê, Cure û Eqsamê Î’rabê , Mijara Bêjeyan, Madî, Mudari’, Kelam, Me’rîfe, Merfû’ât, Îsm û Fa’il û Mef’ûl û Sîfetê Muşebehe, Ef’alên Naqîse, Înne û Xwişkên Wê, Ef’alên Qulûb, Mensûbat, Hal û Temyîz, Mustesna, Mecrûrat…

Ew ilmên di medreseyan da wekî ilmê aletê dihê zanîn û bi salan dihat xwendin, nivîskarî di vê berhema xwe da nexşerêyek ji şagirtan ra daniye, da ew di demeke gelek kurt da têbigihêjin…

Wî di vê berhemê da bi nod beytî mijarên bingehîn yên van ilman dane dest.

Hedbî dibêje; “Bi kurtayî ev berhem, ji hêla ziman, naverok û şêwazê ve gelek cuda ye. Ev her sê taybetmendî, hem ji bo zûtêgihîştinê û hem jî di warê demê da gelek teserifê dike. Bi vî rengî şagirt zûtir bi ber dikeve ku ka çi, çi ye.” 

Ew berhema ku 10ê Hezîrana 2024an ji alîyê Weşanxaneya Mekteba Seydayê ve derketiye, niha li ser internet û hemû amûrên gihîştinê li ber destê xwendekaran e…

Şîrove bike