Dengdana li derveyî welêt dê îro bi dawî bibe

Dengdana li derveyî welêt dê îro bi dawî bibe
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Dengdana li derveyî welêt yên ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ku di 14ê Gulanê da bên li darxistin dê îro bi dawî bibe.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) ragihandiye ku heta saet 20.30ê ya 8ê Gulanê hejmara hilbijêrên ku li nûnertiyên biyanî û deriyên gumrikan dengên xwe dane milyonek û 751 hezar û 365 e.

Di 6ê Gulanê da hejmara dengên ku li nûnertiyên biyanî hatine dayîn ji hejmara dengên hilbijartinên 2018an zêdetir bûye.

Dengdana li deriyên gumrikê dê di 14ê Gulanê roja Yekşemê saet 17.00an bi dawî bibe.

Ger hilbijartinên Serokkomariyê derbasî tûra duyemîn bibin, hilbijêrên biyanî dê di navbera 20-24’ê Gulanê da dengê xwe bidin.