Li Amedê 16 kes ji ber êrişa Starbucks û Burger Kingê hatin desteserkirin

25/06/2024

Li Amedê ji kesên ku êrişî Burger King û Starbucksê kiribûn jê 16 êrişkar hatin desteserkirin.

Li Amedê 16 kes bi tohmeta ku êrişî Starbucks û Burger Kingê kirine, hatin desteserkirin

Li Amedê şeva 22ê Hezîranê du koman di bin navê “protestkorina Îsraîlê” de êrişî şaxa Starbuksê ya li ser Şeqama 75an ya Amedê û şaxa Burger Kingê ya li navçeya Sûra Amedê kiribûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama êrişê de xesar li wan kafeteryayan ketibû.

Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da û ragihand ku 16 êrişkar hatine desteserkirin. 

 Wezaretê diyar kir ku jêpirsîna 16 êrişkaran li Rêveberiya Emniyetê ya Amedê tê kirin.

Her weha wezaretê da zanîn ku ji bo îfadeyê wê îro êrişkarên hatine desteserkirin bibin Serdozgeriya Komarî ya Amedê.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Şîrove bike

Weşana berê

Weşanên Dozê ‘Salnama Ehmedê Xanî’ çap kir

Weşana paşê

Kitêbeka nû li perwerdeya medreseyan zêde bû

Te hay ji vê heye?