Ketina Helîkoptera Îranê: Kî û kî mirine?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev duhî li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê beşdarî merasîmeke fermî bûbûn.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber şer û mercên xerab ên hewayê, duhî, karên lêgerînê bi zehmet bû û hat dîyarkirin ku cihê helîkopterê piştî ketina wê 15 saetan bi dronan hatîye tesbîtkirin.

Enqaza helîkopterê îro hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jîyanê nînin.

Televîzyoan dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefilitîye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Televîzyona dewletê ya Îranê ragihandîye ku kes ji qezayê bi saxîtî nefilitîye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove bike