Çavdêriya nûçeyên li ser erdhêjê: 14.02.2023

14/02/2023

Li Semsûrê hejmar 8 hezarî derbas kir

Li Semsûrê ku bandoreke gelekî mezin ji erdhejên Bazarcixa Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6’an girt, di roja 8’an de êdî xebatên rakirina kavilan dest pê kiriye. Tê gotin ku li bajêr hê jî bi hezaran mirov di bin kavilan de ne. Li bajêr ku li ser hev cenaze ji bin kavilan tên derxistin, heya niha nehatiye eşkerekirin ku bê çend kes di bin kavilan de mane, çend kesî jiyana xwe ji dest daye û çend kes birîndar bûne. 

Dîyarname

Selahettîn Demîrtaş: Paşxistina hilbijartinê darbeya siyasî ye

Selahattin Demirtaş diyar kiriye û gotiye, “Tevî ku sûcekî destûra bingehînî ye hilbijartin carekê were bipaşxistin dê rê li ber vê vebibe û êdî kes nikaribe biryara hilbijartinê ji Desteya Bilind ya Hilbijartinê bigire.”

bîanet Kurdî

AKPê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest

AKP’ê li Silopiyayê bi rêya PTT’ê ji ciwanên ku dê îsal cara ewil di hilbijartinan de deng bidin, zerfên ku navên ciwanan li ser şandin û jê deng xwest. Ciwanan bertek nîşan dan û wiha gotin: “AKP bila beriya her tiştî bi hawara mexdûrên erdhejê biçe.”

Xwebûn

Ji ber çi li cihên erdhêj çêbûyî şebekeyên telefonan çû?

Pispora Telekomûnîkasyonê Füsun Sarp Nebilê ji BBCyê re eşkere kiriye ku li wan bajaran bi tenê binesaziya teknîkî ya TurkTelekomê heye. Xetên dî yên wek Vodafone û Turkcellê operatorên xwe bi wê xetê ve girê dane. Xetên telefon û înternetê di tekela yek şirketê de ye. Dema ew têk çû hemî xet têk çûne.

Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

ZINDÎ – Roja 9ê ya erdhêjê

Weşana paşê

LIVE – 9th day of the earthquake

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû

Tekhne Grammatike: Bingeha rêzimanan

Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji