Hunermend Hesen Zîrek 103 salî ye!

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Zîrek berîya 52 salan wefat kir.

Hesen Zîrek sala 1921an li qezaya Bokana Urmîyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû.

Hesen Zîrek wekî “hunermendê neteweyî yê Kurdistanê” tê binavkirin. Wî bi dehan stran gotine û nivîsîne.

Van demên dawîyê li ser medyaya civakî, stranên wî careka din, bi xêra Hişê Çêkirî (AI) jinûve hatine gotin û rîtmeka cuda li ser hatîye barkirin ku em dikarin bibêjin gelek belav bûn li nav xelkê.

Herwiha strana wî ya Nazdar Nazdar navberekê bû sebebê nîqaşan. Dihat îddîakirin ku strana navdar ya erebî Yesmar Yesmar li ber strana Nazdar Nazdar hatîye amadekirin. Ferîd Demîrel li ser bianetê di dosyeyeka taybet ya li ser stranan wiha dibêje derbarê vê nîqaşê da:

Di dawîya salê de îdiaya ku digot, strana “Yesmar Yesmar” a erebî ji ber straneke Hesen Zîrekî hatîye girtin, di rojevê de bû. 

Ew strana ku li ser zarê Hesen Zîrekî û bi navê “Nazdar Nazdar” hate weşandin, di demeke kurt de bi milyonan mirovan ew guhdar kir û bi deh hezaran kesî ew belav kir. Lê di rastîyê de orîjînala wê bi erebî bû û kesekî kurdîya wê bi hişê çêkirî bi dengê Hesen Zîrek û Mohsen Chavoshî amade kiribû. Di gel vê rewşê jî “Nazdar Nazdar”  ji bo demekê di rojeva civaka kurdan û beşeke ya tirkan û ereban de bû. Ji xwe piştî demekê xwedîyê strana “Yesmar Yesmar”ê Taher Al Ojaily daxwaza rakirina strana “Nazdar Nazdar”ê li ser YouTube kir.  

Ferîd Demîrel

Ji ber dengê wî yê xweş û hunera wî ya astbilind, Zîrek li her çar parçeyên Kurdistanê gelekî naskirî û navdar e. Bi taybet jî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek kes guhdarîya stranên wî dikin.

Medyaya Rûdawê wiha behsa Hesen Zîrek Kirîye: Hunermendê navdar her ji zaroktîya xwe ve stran gotine û ji ber ku gelekî jêhatî bûye, wekî Zîrek hatîye naskirin. Hesen Zîrek ji ber bûyerekê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û sala 1953yan diçe Bexdayê û li Radyoya Bexdayê dixebite. Hesen Zîrek li Bexdayê hunermendekî din ê Kurd ê navdar ê bi navê Elî Merdan dibîne û wê demê cara ewil stranekê li radyoya Bexdayê tomar dike. Paşê çend berhemên din jî li heman radyoyê qeyd dike. Hunermend Hesen Zîrek sala 1958an vedigere Îranê û li Radyoya Kurdî ya Tehranê, Radyoya Kirmaşanê û Radyoya Tewrêzê dixebite û stranên xwe qeyd dike.

Hesen Zîrek heman salê medyakara Kurd Mîdya Zendê nas dike û bi wê re dizewice û du zarokên wan ên keç hene. Zîrek di stranên xwe de helbestên gelek helbestvanên Kurd ên wekî Nalî, Wefayî, Pîremêrd, Hêmin, Seyid Kamîl, Kurdî û Herdî bi kar anîne. Gelek stran û berhemên wî yên navdar hene, wekî Newroz, Wek Qumrî, Ketane, Hey Nar, Kirmaşan Şarî Şîrînim, Eman Doktor, Esmer, Yala Şofêr di nav xelkê de gelekî navdar in. Hesen Zîrek bi hinek hunermandan re jî stran gotine, stranbêja Azerî Fatime Zergerî yek ji wan bûye û wan bi hev re strana Bê Doktor qeyd kirîye.Hunermendê navdar ê Kurdistanê, 26ê Hezîrana 1972yan de li Bokanê koça dawî kirîye û li Bokanê jî hatîye veşartin.

Şîrove bike