Bersûcê doza kuştina Cemal Kaşikcî, yê ku li Parîsa Fransayê hatibû desteserkirin hatiye berdan.
Li gor nûçeya BBCyê, gumanbarê ku li Parîsa Fransayê ji ber îdiaya têkiliya bi kuştina rojnamegerê Siûdîyî Cemal Kaşikcî hatibû desteserkirin, hatiye berdan.
Di daxuyanîya ku ji terefê Serdozgeriya Parîsê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama kontrola nasnameyan de biryara girtinê ya ji bo gumanbarê Siûdîyî Xalid Aed el-Otaibî, ya ku ji teref Tirkîyê ve hatiye dayîn ne ji bo vî kesî bûye, ji bo kesekî din bûye.
Al-Otaibi li Balafirgeha Charles de Gaulle hatibû binçavkirin.
Wezareta Karên Derve ya Erebîstana Siûdî diyar kiribû ku El Otaibî bi xeletî hatiye binçavkirin û xwestibû demildest bê berdan.
Hevjîna Kaşikcî, Hatîce Cengîz, xwestibû ku “Fransa Al-Otaibi bidarizîne yan jî wî radestê welatekî ku dê wî bidarizîne bike.”
Cenazeyê Kaşikcî qet nehate dîtin
Cemal Kaşikcî di Cotmeha 2018an de li Konsulxaneya Erebistana Siûdî ya Stenbolê hatibû kuştin.
Cenazeyê Kaşikcî qet nehatibû dîtin. Erebistana Siûdî îdia dike ku cînayet ji aliyê komeke ku ji rayedaran serbixwe tevdigere hatiye kirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.