Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Her kes dixwazin bi min re bizewicin!

23/01/2023

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Hêja Netirkê di hevpeyvînekê de ji Botan Timesê re diyar kir ku vê hefteyê albûmeka wê ya bi şêweyê tekane (single) dê derbikeve.

Navê albûma wê ya nû “Herkes Zewicî” ye.

Nêrîna Jinan

Sobe – Hêja Netirk

Ez dixwazim hestên jinan bibêjim. Yanî ji aliyê jinan ve behsa hin meseleyan bikim. Mesela we gelek caran bihîstiye ku mêrek ji jinekê re bibêje “herkes zewicîn ka em jî bizewicin.” Lê min xwest vê yekê ne mêrek lê jinek bibêje.

Hêja Netirk

Nikarim vegerim

Ez nafikirim bizewicim. Lê her kes dixwazin bi min re bizewicin! Ma her kes dizewicin? Na!

Hêja Netirk

Ez karê xwe yê hûnerî didomînim û nikarim ji Almanyayê vegerim. Ya rastî ez miroveka komîk im lê dewlet (Tirkiye) dixwaze min bavêje di girtîgehê de.

Ez gelekê hej jinên ji-xwe-bawer dikim. Ew jî gelekê hej min dikin. Bila silavên min li jinên jixwebawer bin.

Hêja Netirk

Çîroka destpêkirinê

Hêja Netirk, Wêne: Twitter/HêjaNetirk

Hêja Netirkê di hevpeyvînekê de bi Botan Timesê re li ser çîroka destpê kirina mûzîka xwe axivîbû:

Min ji strangotinê pir hez dikir. Ji zaroktî de her cara ku derfet çêdibû min stran digotin. Li zaningehê min dest bi kluba folklorê kir, wek hobî.

Ez ketim beşa dansê ewil. Lê dans ne li gor min bû. Dema em hînî dansên Balkanî dibûn, ji min re pirr dijwar dihat. Ez li mehna digeriyam ku dev ji Kluba folklorê berdim. Hevalekî stranbêj ji min re got tu ‘ji bo çi nayê beşa strangotinê, dengê te xweş e’, min got ‘te nebihîstiye ez çawa stranan dibêjim, tu ji ku dizanî dengê min xweş e’, wî jî got ji axaftinê diyar e.

Werhasil min ji bo sê salan dersên stranbêjiyê standin. Ya rast min dixwest ez xwe fêrî lîstikvaniyê jî bikim bes dersên lîstikvaniyê û stranbêjiyê di heman demê de bûn. Helbet me li wir hertim stranên gelerî digotin.

Dema ez ketim hepsê, ez fêrî gitarê bûm. Û min stranên xwe yên ewil çêkirin. Piştî ez derketim jî min biryar da ku ez stranên xwe qeyd bikim.

Kêfa min jê re tê ku stranên min di derbarê jiyana rojane de ne û hestên jinekê tînin ziman. Ez fikirîm, min got heger min jê hez kiribe, teqez wê kesên din jî jê hez bikin. Ji bo ku ez xwe bigihînim mirovan jî min medyaya civakî wek amûrekê bi kar anî, ev yek jî gelekî wext dixwaze.

Hêja Netirk

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û