M. Masum Suer: Ma dema we digot îhtişam we behsa vê avahîyê dikir?

M. Masum Suer: Ma dema we digot îhtişam we behsa vê avahîyê dikir?
M. Masum Suer: Ma dema we digot îhtişam we behsa vê avahîyê dikir?
Murat Bayram
  • 21 Ocak 2023 09:50

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Wêne: M. Masum Suer

Wênegirê xwedanxelat M. Masum Suer piştî girtina wêneyekê Birca Benûsenê pirsî “ev çi avahiya spî ye li pêşiya bircê?”

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sala 2021ê îlan kir ku ew ê ji bo berçavkirina îhtişama Sûrên bajarî xaniyên li serdora bajarî xera bike. Nêzîkî 200 avahiyan hat xerakirin. Şaredariyê xera kir paşê avahîyeka spî daye çêkirin.

Waliyê ku di heman demê de wek kayûm karê şaredariyê jî dike diyar kiribû ew ê daran biçîne û dema kesek bê bajarî dê bibe heyranê dîtina sûran, dê bikarin di nav dar û şînkayê de li dora sûrê bigerin.

Vîdeoya projeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Di Lîsteya UNESCOyê de ye!

Sala 2015ê Rêxistina Perwerde, Zanist Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, UNESCOyê, Sûr kiribû di lîsteya Mîratên Dinyayê de.

Suer diyar dike avahîya spî tam li ber birca herî tûrîstîk û tarîxî hatiye avakirin.

Dema turîst û wênegirên navneteweyî tên bajarî ji girekê sûran baş dibînin û ji wê derê wêneyan digirin. Avahîya spî tam di çarçoveya wêneyan de cih digire. Dema çûyîm gelekê xemgîn bûm. Şaredarî dibêje ew ê bibe ofîsa agahîdanê (ji bo geştyaran). Hinek niştecihên wê taxê jî ji min re gotin dê bibe kafe.

Sala 2021ê dema avahî hatîn xerakirin niştecihan ji BBCyê re gotibûn ku ew naxwazin ji cihê xwe biçin. Dewletê pereyekê kêm daye wan ew nikarin bi wî pereyî ne xanîyekê ava bikin ne jî di kirêyê de bimînin.

Li Bexçeyên Hevselê jî dar têne birîn. Şaredarî dibêje wan hay jê heye. Wan birîna daran daye sekinandin û nobedar danîne ber wê derê. Lê hê jî makîne li wê derê kar dikin.

Li ber mizgefta hz. Suleyman jî xanîyên prefabrîk hatine daynîn.

M. Masum Suer kî ye?

M. Masum Suer sala 1976ê dest bi rojnamegerîyê kiriye. Di 20 salên dawiyê de wek wênegir karê xwe yê profesyonel domandiye û xwediyê gelek xelatan e. Ew bi taybetî bi wêneyên cihên dîrokî tê nasîn.