Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser rewşa perwerdeya kurdî û derfetên wê gotûbêjekê bike.
Diyarbakır Siyasal ve Sosyal Araştırmalar Enstitüsü (DİSA) Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Sîyasî ya Amedê, li bin serenavê ‘Semînerên Kurdolojîyê’ gotûbêjekê li dar dixe. Mêvanê wan yê vê hefteyê akademîsyenê Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê Şehmus Kurt e.
Sehmus Kurt dê li DİSAyê li ser mijara Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê: Rewşa Heyî û Derfetên Berfirehkirinê biaxive.
Wî, sala 2020an bi teza xwe ya bi serenavê “Analîza Tecrûbeya Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê (1968-2018)” pileya doxtorayê wergirtîye.
Bername 27ê Nîsanê li Amedê, li ofîsa DİSAyê saet 14:00an dê dest pê bike.
Şehmus Kurt kî ye?
Sala 2010an ji Zanîngeha Stenbolê beşa Mamostetîya Ingilîzî derçûye. Sala 2015an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Analîza Pirtûka Hînkirina Kurdî: Hînker-Li gor Nêrînên Mamoste û Xwendekaran” lîsansa bilind xelas kirîye û sala 2020an jî bi teza bi serenavê “Analîza Tecrûbeya Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê (1968-2018)” pîleya doxtorayê wergirtîye. Kurt, ji sala 2013an pê ve li Zanîngeha Mardîn Artûklu Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê wek lêkolîner dixebite. Di navbera 2017-2020an da wek cîgirê editor û ji sala 2020an pê ve jî wekî edîtorê kovara The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) kar dike. Hînkirina kurdî, amadekirin û nirxandina materyalên hînkirinê, nirxandina hînkerên zimanî û gihandina mamosteyan mijarên pisporya Şehmus Kurt in. Çendîn gotarên wî yên akademîk li çendîn kovar û malperan da weşîyane. Nivîskarê kitêba helbestan ‘Tarantîno, Babê Min û Ez’ e.