Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Di konên erdhêjê de tilîyên boyaxkirî..

01/03/2023

Di vê pêvajoyê de tişta herî zêde bandor li min kir ew bû ku malbateka Sûriyeyî naskiriyê van konan bû.

Perwerdekara dildar ên li konan Dîlek Durgun

Tora Rêveberîya Krîzê ya Mafparêz a Zarokan a Amedê li Semsûrê ji bo zarokên mexdûr yên erdhêjê li cihê konan lîstik û atolyeyên çalakiyan ava dikin. Ew ji bo derbasbûna travmayên zarokan bi dildarî alîkarîya wan dikin.

Dîlek a ku yek ji dehan perwerdekarên dildar ên li konan e, ji Botan Timesê re axivî.

Yekem tişta em bala xwe didin serî ew e ku ka zarok li hev dikin an na. Ji ber ku di nav van konan de zarokên Kurd, Tirk û Ereb hene. Di warê ziman de pirsgirêkên me derdikevin. Wextê zarok bi Erebî diaxivîn em alîkariyê ji hevalên xwe yên erebî zana digirin.

Wêne: Esra Ğayretli / Semsûr

Zarok zêdetir lîstika boyaxkirina tiliya hez dikin. Ji ber ku ew bi serbestî rengên ku dixwazin bikar tînin û tiliyên xwe boyax dikin. Em tu sînoran nadeynin, û ew tişt jî xweşa wan diçe.

Wêne: Esra Ğayretli / Semsûr

Li qada konan pir şûşeyên peda heye. Em bi zarokan re ji bo veguhertina wan şûşeyan kom dibin û pelîstokên curbecur amade dikin.

Wêne: Esra Ğayretli / Semsûr

Em bi zarokan re li qada parkê li gorî temenê wan lîstikên wekî futbol û voleybolê jî dilîzîn. Bi vî awayî bi piştgirîya malbatên wan re hevl didin ku zarokan motîve bikin.

Malbatên wan zarokan dibînin ku zarokên wan kêyfxweş in, piçekî ji tirsa erdhêjê dûr dikevin. Dê û bavên zarokan tên û spasîya xwe li me dikin. Dibêjin, tişta ku hûn dikin pir baş e. Ji ber ve zarokên me di konan de namînin. Elbet ev yek jî me pir kêyfxweş dike.

Wêne: Esra Ğayretli / Semsûr

Min bi dayikeka Sûriyeyî re axivî û wê got ‘Piştî ji Sûriyê hatin em tevlî kampan bûn. Di meha Sibatê de me birin konan û îsal jî di meha Sibatê de mala min wêran bû û em dîsa di konan de ne. Ji ber vê meha Sibatê ji bo min meheke pir zehmet e. Ev yek di zarokan de jî xuya bû. Ew jî difikirin ku dê ev meh biqede dê her tişt baştir bibe.’

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê