Çavdêrîya li medyaya Kurdî -10.03.2023

Çavdêrîya li medyaya Kurdî -10.03.2023
Çavdêrîya li medyaya Kurdî -10.03.2023
Botan Times
  • 10 Mart 2023 06:39

Reqsa peyvan a Herdem Merwanî

Wexta min pirtûka Herdem Merwanî ya bi navê “Reqsa Perperîka” da destê xwe bixwînim, dilê min bi tirs bû. Min got gelo jineke bi salan di girtîgehan de mabe û her wiha emrê xwe bi hatin û çûyîna derê girtîgehan de derbas kiribe, çiqas kariye xwe ji sloganan xilas kiribe û ristên edebî hûnandibe.

Diyarname

Gelo em hewceyî zêdetir herfan in?

Gelek kes gazinan ji alfabeya niha ya kurdî-latînî dikin ku hemû herfên pêdivî tê de nînin. Giliya hin kesan li ser du cûnên cuda yên Ç (çar / çav), K (kar / kirin), P (perde / pênc), T (teze / te) ye.

Hin kes itirazê ji hindê dikin ku “L-ya qelew” ya wek di peyva “welat” de ji “L-ya zirav” ya wek di peyva “lazim” de bi nivîsînê nayê cudakirin. Hin gazî dikin daku em R-ya “ser” û ya “şer“ wek hev nenivîsin. Axîn û nalîna hin kesan jî li ser wê ye ku H-ya peyva “heft” jî wek ya peyva “heval” tê nivîsîn.

Çandname

“Dema em dighêjin girtîgehê hema kincên xwe ji xwe dike”

Roger Baz 3 salî ye û zarokê du rojnamegeran ne.

Bi çûn û hatina hevdîtina bavê xwe hemû rêgezên girtîgehê bi vî awayî ezber kiriye.

Bavê wî Mazlum Geçîkenî heta 8ê Hezîrana 2022yan li Amedê di produksiyoneke de kare kameramaniyê dikir.

Bi operasyona 8ê Hezîranê bi tevî 15 hempîşeyên xwe ew jî hate girtin.

Botan Times

Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbolê Bûrsaspor ceza kiriye

Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) biryar daye ku di 9 maçan de alîgirên Bûrsasporê negirin stadyûman. Amedsporê biryar bi gotina “We ew xelat bikira, çêtir bû” nirxandiye.

bianet Kurdî