Mêrdîn – Şanoya ‘Mişk û Mirov’ promîyera xwe kir

Mêrdîn – Şanoya ‘Mişk û Mirov’ promîyera xwe kir
Mêrdîn – Şanoya ‘Mişk û Mirov’ promîyera xwe kir
Botan Times
  • 17 Nisan 2024 12:07

Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performansê promîyera lîstika xwe ya nû, ya bi navê Mişk û Mirov, li Mêrdînê li salona Şaneşîn Performansê kir.

Şaneşîn Performans dê bi lîstika xwe ya nû, ya bi navê Mişk û Mirov li pêşberî temaşevanên xwe be.

Mişk û Mirov bi têkilkirina sê lîstikan (John Steinbeck – Mişk û Mirov, Tom Stoppard – Rosencrantz & Guildenstern Are Dead, William Shakespeare – Macbeth) derketîye holê. Lêbelê metna sereke û bingehîn Mişk û Mirov e û ev çîrok bi serpêhatî û rewşa karkerên demsalî yên Kurdistanê ve hatîye girêdan ku ev yek wekî trajedîya civaka kurdan jî dikare bê dîtin. Lîstik, trajedîya berbehs bi rêya çîroka Mişk û Mirov radixe ber çavê temaşevanên xwe.

Çîroka Mişk û Mirov adaptasyonek e ji berhema John Steinbeck ya bi navê ‘Of Mice and Men’ ku wergêra wê ji alîyê Mehmet Yonat ve hatîye kirin.

Adaptasyon û metna sehneyê ji alîyê Recep Îçen ve hatîye amadekirin.

Bi giştî 7 lîstikvan tê da cih digirin: Erdal Açıl, Sakine Şalvacı, Şêrko Janzêm, Şükran Algül, Özgür Sinan Elik, Vedat Çelik û Wedat Ermiş.

Ev lîstik bi piştgirî û hevkarîya Culture Civicê hatîye amadekirin.