“Helbet ez ê biçim serdana HDPyê”

“Helbet ez ê biçim serdana HDPyê”
“Helbet ez ê biçim serdana HDPyê”
Botan Times
  • 9 Mart 2023 12:31

Wêne: Twitter, Kemal Kiliçdaroglu, Arşîv

Namzetê Serokomariyê yê Hevpeymana Miletparêz Kiliçdaroglûyî gotiye: “Jê xwezayîtir tiştek nîne ku ez serdana HDPyê bikim.”

Bi wergera binet Kurdîyê Namzetê Serokomariyê yê Hevpeymana Miletparêz û Serokê Giştî yê Partiya Gelî ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî gotiye;

Helbet ez ê serdana HDPyê jî bikim. Ez weke namzetê Serokomariyê, xwediyê wê îdiayê me ku ez ê bibim serokomarê hemû Tirkiyeyê, 85 milyonan, ji ber wê jî serdana min a hemû partiyan tiştekî ji xwe li gorî demokrasiyê ye.

Kiliçdaroglû bi nivîskarê Halk TVyê Fîkret Bîlayî re axiviye û gotiye:

Serdana min a HDPyê gelo wê fikareyeke çawa çêbike? Li Parlamentoyê em di bin rêvebiriya Wekîlê Serokê yê HDPyî de kar dikin. Em di komîsyonan de bi wekîlên HDPyî re kar dikin. Jê xwezayîtir tiştek nîne ku ez serdana HDPyê bikim. Ez ji xwe xwediyê nêrîneke wisa me ku dixwazim xwe bigihînim hemû aliyên civakê, min hewl da vê jî pêk bînim. Xebatên min ên di vî warî de wê dewam bikim.

Çi bûbû?

Piştî ku hatibû aşkerekirin Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû namzetê serokomariyê ye Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancarî gotibû, “Namzetiya birêz Kiliçdaroglûyî bila li ser xêrê be, ji bo em li navenda me ya giştî pê re biaixvin em li bendeyî serdana wî ne.”

Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê jî di dema axavtina xwe ya civîna koma partiya xwe de namzetiya Kiliçdaroglûyî pîroz kiribû.