Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Baglera jiyana piştî erdhêjê: “Em neçar in neçar!”

23/02/2023

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Li navçeya Baglera şêniyên taxê xaniyên xwe bar dikin

Di van rojan de, li kolanên Amedê teşqeleyek dest pê kiriye.

Pîştî erdhêja 6ê Sibatê li bajêr bi sedan avahî zirar dîtin. Kesên di wan malan de bûn jî niha ve nav hewla koçkirinê de ne. 

Di nava bajêr de niha koçeke navxweyî heye.

Li taxa Muradiyeyê jınek li mala cîranê xwe mêze dike.

Ji bo dîtina wan avahiyan em berê xwe didin navçeya Baglera.

Dema em li taxa Muradiyeyê digerin em rastî malbateke tên ku ji avahiyeke 8 qatî eşyayên xwe derdixînin.

Pişti ku em silav didin wan, 2 jin nêzîkî me dibin û di heman demê de dest bi axaftinê dikin.

“Yên mane jî wekî me neçar in..”

Yek ji wan kesên ku mala wê i erdhêjê de xisar dîtiye- Aycan Menteş

Ka ji xêra xwedê halê me binivîsînin. 18 roj e em perîşan bûne. Ji avahiya me re dibêjin xisar tê de heye. Em her şev diçin li mizgeftê radizên sibehê tên li xaniyên kirê digerin. Ji ber tirsa erdhêjê em nikarin bikevin avahiyê. Em niha digerin nagerin xaniyekê kirê nabînin. Yên hene jî kirêya wan du sê qat in. Di vir de kesek nemaye. Yên mane jî wekî me neçar in.

Aycan Menteş

Aycan Menteş ji wan malbatan tenê yeke ku ji ber neçariyê nizane çi bike.

Ne dikare ji xanî derbikeve ne jî dikare têkevê.

Ew û biraziya xwe çentê li pişta wan ji me dur dikevin.

Şêniyê taxa Muradiyeyê Aycan Menteş û biraziya wê

Navçeya Baglera ya Amedê di salên 90an de gelek koçan girtiye.

Him ji kesên xizan re û him jî kesên koç kirine re bûye war.

Em di kolanên Baglera de rastî yek ji wan malbatan tên.

Kekê Şikrî avahiya xwe ya zirar dîtiye nîşan dide

Me di salên 90an de ji Licê koçî vir kir. 30 sal e em livirin. Me bi zor û zehmet ji xwe re xaniyeke girt û niha jî ew jî ji destê me çû. Min xaniyek kirê kir 6 hezar lîre dixwazin. Ka em ê çawa bikin. Em naçar in neçar…

Wekî kekê Şikrî bi sedan kes di rê ya koçberiyê de ye.

Pişti erdhêjê ji navçeyê rojane bi dehan mal xaniyên xwe bar dikin û ber bi cihekê din ve diçin.

Li gor reqamên fermî li bajar ji bo hezar û 100 avahiyan biryara hilweşandina bilezginî hatiye dayin.

Xisara herî zêde jî li navçeya Baglera ye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

RAWEST: Kal û pîr xwe ji ciwanan bêçaretir hîs dikin lê ciwan ji pîran bifikartir in

Şîrketa Lêkolînan Rawestê raportek derbarê “Rewşa Piştî Erdhejê, Qenaet û Hêvî” (Depremin

Li herêma erdhêjê de 3 mîlyon kesan koç kirine

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li 13 mîlyon kesan kir. Li gor agahîyên

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt. Bi hezaran