Weşanên Avestayê ‘Payîz an jî Ziyab’ çap kir

Weşanên Avestayê ‘Payîz an jî Ziyab’ çap kir
Weşanên Avestayê ‘Payîz an jî Ziyab’ çap kir
Botan Times
  • 27 Mart 2024 13:47

Weşanên Avestayê romana Suzan Samancıyê Payîz an jî Ziyab çap kir û Belav kir.

Suzan Samancı bi romana xwe ya duduyan li pêşberî xwînerên xwe ye

Samancı destpêka salên 90î dest bi nivîsîna çîrokan dike.

Ew di destpêka nivîskarîya xwe da, ewil bi tirkî dinivîsîne lê paşî ew berê xwe dide kurdî û yekem kitêba xwe ya kurdî ya bi navê Ew Jin û Mêrê bi Maske sala 2015yan dinivîse û ji weşanxaneya Avestayê çap dike.

Nivîsara Berhemê:

Suzan Samanci, di romana xwe ya duduyan “Payîz an jî Ziyab’’ de çîroka mamosteyeke edebiyatê ku ji karê xwe hatiye avêtin vedibêje; di hişmendiya wê ya parçebûyî de rêwîtiyeke biefsûn dest  pê dike. Xewn û kabûsên wê, di bîra wê ya bêbinî de tiştên difûrin rast in. Di têkiliya bav, dê û qîzê de sêqoziyek ecêb heye. Herwiha ev sêqozî bi pîvanên civakî û derûnî ebra xwe fireh dikin.
Ji bo xerabiya bavê xwe jibîr bike xwe dispêre kitêban. Dûrî, netêrbûn, dilşikestin, tirs û weswese li ser guliyên darê xwe ditelînin. Siya bavê wê hertim li hemberî wê ye û di dil û hişê wê de wekî şayiseke zindî ye ew roja bavê wê ji Toroseke spî peya dibe. Bavê wê wekî dûpişkekî di nava mêjiyê wê de vedide, derziya dûvê wî li ser milê wî ye û nobedariya wê dike. Ji wan dîmenan qet nafilite, tê ber bavê xwe: “êdî ew dewran çû!“
Hebûna wê dibe qurmê daran, guliyên xwe wekî jineke dilovan ber bi asiman ve geş dike. Ji porê diya wê bêhna Nebûlayê dihat û rondikên wê diketin xwarê, li erdê vediguherîne incûyan.

Suzan Samancı kî ye?*

“Di sala 1962yan de li Diyarbekrê hatiye dinyayê. Pêşî bi helbestê dest bi edebiyatê kir. Helbestên wê di salên 1985-1987an de li kovara Sanat Olayı weşiyan. Çîrokên xwe yên pêşî di kitêba bi navê Eriyip Gidiyor Gece (Şev dihele û diçe, 91) de dan weşandin. Kitêbên wê yên çîrokan Reçine Kokuyordu Hêlîn (Bêhna gêzoyê ji Hêlînê dihat, 1993), Kıraç Dağlar Kar Tuttu (Çiyayên bejî berf girt, 1996) Suskunun Gölgesinde (Li Siya Bêdengiyê, 2002) Korkunun Irmağında (Di Robarê Tirsê de, roman, 2004) Halepçe’den Gelen Sevgili (Evîndara Ji Halepçê, 2009) weşiyan. Kitêbên wê wergerîn gelek zimanan û di antolojiyan de cih girtin. Çîrok û romanên wê ybûn mijara lêkolînê. Xelata Orhan Kemal sala ya 1997an wergirt. Ji sala 2008an ve li Cenevrê dijî, jiyana wê bi pirranî li wir be jî ew hertim li bajarê xwe ye jî.”

*Ji bîyografîya wê ya li ser malpera weşanên Avestayê