Li Peyasa Amedê du koman bi çekan êrişî hev kirine.
Li gorî nûçeya Rûdawê ji ber sedemekî hîn nayê zanîn di navbera du koman de nîqaş derket û piştî demekî nîqaş mezin bûye û veguherîye pevçûnê ku di encamê da kesek birîndar bûye.
Di pevçûnê de kesekî bi navê A.G.N (22) birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê, birîndar piştî midaxeleya ewil birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê.
Polîsan 2 kesên tevî şerî bûne desteser kirin û ji bo girtina gumanbarên revîyan jî xebat dan destpêkirin.