Twittera rojnameya Xwebûnê ji nû ve vebû

24/03/2023

Roja 22ê Sibata 2023yan bi îdîaya ku şertên twîtterê bin pê kirine hesabê twittera rojnameye Xwebûnê hatibû girtin.

Rojnameya Xwebûnê îtîraz kiribû, îtîraza wan hat qebûlkirin û hesabê wan ji nû ve hat vekirin.

Di daxuyanîya Twîtterê ya der barê mijarê da wiha ye: “Piştî lêkolîna ku bihurgûlî hat kirin hat fêmkirin ku we şertê twîtterê bin pê nekirine me dîsa hesabê we vekir. Êdî hesabê we ji bikaranînê re vekiriye. Ji ber sebra ku we di vê pêvajoyê da we nîşan da spasiya we dikin û lêborîna xwe dixwazin.”

Roja 22 ya Sibatê twitterê dora 340 hesab girtibû ku di nav da gelek sazîyên kurdan û şexs hebûn.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Bernameya yadkirina Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Neniyasî hatiye betalkirin

Weşana paşê

Perxudres Podcast dê 1 salîya xwe bi fitarekê pîroz bike

Te hay ji vê heye?