Bernameya yadkirina Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Neniyasî hatiye betalkirin


Navenda Nûçeyan
Wêjegeh Amedê bi daxuyanîyeka kurd ragihandiye ku bernameya ji bo yadkirina du hunermendan hatiye betalkirin.
Di erdhêja 6ê Sibatê de mala herdu hunermendan jî hatibû xwarê û hunermend Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Neniyasî miribûn.
Wêjegeh Amedê di peyama xwe de diyar kir:
Em, bi xemgînî û ji ber sedemên ne bi destê me, çalakîya xwe ya ji bo yadkirina Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Nenîyasî ku me yê 25’ê Adarê roja şemîyê li dar bixista, betal dikin.
Wêjegeh Amed
Bila nûr li wan bibare.