Tragedyaya rojnamegerekî Kurd

Tragedyaya rojnamegerekî Kurd
Tragedyaya rojnamegerekî Kurd
Qesîm Etmanekî
  • 2 Mayıs 2023 07:33

Diyarbekir ji bo min girîng e. Cara yekem ez li wir evîndar bûm. Yekem nûçeya bi îmzeya min li wir derket û min pesnê xwe pê da. Min hemû prensîbên jiyana xwe li Diyarbekirê jiya. Ez gelekî dixwazim vegerim.

Ji ‘Pirtûka Burhan’î rûpela 51ê  

Burhan Karadeniz rojnamegerekî Kurd bû. Wî di salên 90î da hewl daye li Amedê rojnamegerîyê bike. Yekem car jî di rojnameya Yeni Ulkeyê (Welatê Nû) da xebitiye.

Wê demê bi rojnamegerên wekî Apê Mûsa, Gurbetelli Ersoz, Huseyin Deniz, Ferhat Tepe û Hafiz Akdemir ku ji hêla hêzên tarî ve hatine kuştin ra xebitî ye û rojname derxistine.

Di 6ê Tebaxa sala 1992an da li Amedê ew jî rastî êrîşeke çekdarî bûye û birîndar ketiye. Piştî wê êrîşê jiyana wî girêdayî kûrsîya bitekerlekê bûye.

Lê belê Karadeniz dev ji rojnamegerîyê bernedaye û li welatê xwe yê sirgûnîyê jî karê xwe berdewam kiriye.

Ew li Ewropayê ji bo rojnameya Ozgur Polîtîka (Polîtîkaya Azad), Med TV û Medya TV xebitîye û di avakirina Yekîtîya Rojnamegerên Kurdistanê de cih girtiye, bûye endam.

“Min rihê xwe li wan axan hişt”

Pirtûka bi navê Burhan’in Kitabi (Pirtûka Burhanî) ji hêla Weşanxaneya Avestayê ve yekem car di sala 2009an da hatiye çapkirin. Amadekarîya vê pirtûkê rojnameger Huseyin Kalkan kiriye.

Hêjayê behsê ye ku weşanxane û amadekarê pirtûkê xwestine bi boneya 20 salîya bi ser mirina Burhan Karadeniz ra vê pirtûkê ji nû ve û bi çapeke berfirehkirî bînin berdestê xwîneran.

Derheqê rojnamegerîya Burhan Karadeniz û ji nû ve çapkirina pirtûkê da, me bi amadekarê pirtûkê rojnameger Huseyin Kalkan ra axivîn.

“Qebra wî li Hevselê dinêre”

Huseyin Kalkan

20 sal çêbû ku Burhan wefat kiriye lê ew hertim bi me ra bûye. Çend car dema ez çûme Diyarbekirê min serdana qebra wî kiriye. Qebra wî li bexçeyên Hevselê dinêre; qebrên mirovên wekî Vedat Aydin û rewşenbîrên Kurd jî li wir in.

Li Almanyayê bi navê Mahmut Guneş hevalekî Burhan hebû. Wana hevdu li wir naskiribûn. Hevaltîyeka wan a ji dil hebû û bi malbatî jî nêzî hevdu bûn. Min salek berê bi boneya roja wefata Burhan, pê re hevpeyvînek çêkiribû. Di rojnameya me (Yeni Yaşam) da hatibû belavkirin. Piştî wê nûçeyê hin hevalên ku dema yekem çapa pirtûkê hate belavkirin firsetê nedîbûn binivîsîn an jî wê demê xwe hazir hîs nekiribûn -ji ber wefata wî-, nivîsên xwe şandin. Di çapa berfirehkirî ya pirtûkê da me 5 nivîsên dî ku derbarê Burhan da bûn lê zêde kirin.

Her wiha vê salê li Almanyayê, bajerê ku Burhan li wir dijiya hevalên me xwestin wî bibîr bînin lê ji ber erdhejê ev pêk nehat, civîn hate paşxistin.

Pêşnîyarên avakirina platformên serbixwe

Divê di civaka me da, platformên ku derfetê bide mirovan fikrên dijî hevdu hebin. Hevûdu rexnekirin wê hem ji bo pêşkentina civaka me, hem ji bo pêşketina rojnamegerîya me û hem jî ji bo pêşketina takekesîya me bikare rê veke. Lê ev tişt di pratîkê da nayê kirin. Hinek alî dibêjin ji ber em di serdemeke ku zextên li ser rojnamegerîyê hêj berdewam dikin da, dijîn. Bila pêşî ev biqedin, em piştre nîqaşan bikin, çi dixwazin bibêjin îfade bikin. 

Helbet ev nêrîn perçeyeka rastîyê jî di nav xwe da dihewîne. Lê belê divê ev tişt hem ji bo rojnamegerîya me, hem ji bo civaka me hem jî ji bo siyaseta me bi şeklekê were avakirin. Da ku em karibin çandeke rexneyê ava bikin. Bi nêrîna min, ev ê ji bo me hemûyan bifeyde be. Ew yek ji meseleyên ku em bi Burhan ra her tim diaxiviyan, bû. Wî ji bo fikrên cuda û avakirina platforman wekî bingeheke esasî pêşnîyar dikir. Em jî hêj vê pêşnîyar dikin lê pratîzekirina vê pêk nayê.