Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Di roja karkeran da ajansa bê xebatkar!

01/05/2023

Îro 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî ye. Gelek alî li qadan daxwaza mafên xwe dikin û behsa edaletê û hiquqê dikin. Lê belê em roja xwe bi xebata li şuna hevalên xwe derbas dikin.

Arjîn Dilek Oncel

Ev gotin aîdê rojnameger Arjîn Dîlek Oncelê ne.

Ew yek ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê ye.

Di van rojan da mesaîya wê zêde ye û barên li ser milên wê giran bûye.

Karên ku 6 hevalên wê yê rojnameger dikirin niha ew hewildide bike.

Ajansa mezopotamyayê bêyî xebatkarên xwe yên çapemenîyê pêşwazî li 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî dike.

Edîtora ajansê Arjîn Oncelê niha li şuna 6 hevalên xwe nûçeyan dinivîsîne.

Hewildide pênûsa wan li erdê nehêle.

“Hejmara me her diçe kêm dibe lê belê em hewildidin bixebitin û rastiyan binivîsin. Em li du şopa Musa Anter in û li du rastîyê ne. Lê belê kevneşopiya Çapemeniya Azad kevneşopiyeke wisa ye. Em niha şuna hevalên xwe yên girtî jî dixebitin.

Arjîn Dilek Oncel

Berîya çend rojan li Amedê li dijî xebatkarên çepemenîyê operasyon hate lidarxistin.

Di encamê da 6 rojnamegerên Ajansa Mezopotamayayê hatin desteserkirin.

Ji wan 4 jê hatin girtin. Piştî rojek derbas bû 2 rojnamegerên din jî hatin desteserkirin.

Kursîyên ku berîya niha 6 rojnameger li ser rudiniştin di van rojan da vala ne. 

Barê mayî jî li ser pişta rojnemegerên li derve ne.

Ev ne yekem care kursîyên hevalên me vala dimînin. Hevalên me di girtîgehan da pêşwezî li 1ê Gulanê dikin. Piştî du rojan dê 3yê Gulanê Roja Azadiya Çepemenîyê bê pîroz kirin. Lê ji bo me rojeke bê wate ye.

Dîlek Oncel

Li gor Oncelê armanca van operasyonan bêdengkirine rojnamegeran in.

Ew diyar dike ku, hikûmet bi van operasyonan dixwaze beriya hilbijartinan çapemeniyê bê deng bike.

Li ajansê kursîyên rojnamegeran yek bi yek vala dibin.

Dema Rojnameger Selman Guleryuz hatiye girtin, Rojnameger Sedat Yilmaz debasî şuna wî bûye.

Lê niha li kursîyê Yilmazî jî Arjîn Dîlek Oncel runiştîye. Ew dibêje; “Metirsî heye sibê ez jî bêm girtin.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û