Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 6: Gosan Kî Bûn?

Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 6: Gosan Kî Bûn?
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 6: Gosan Kî Bûn?
Shahab Vali
  • 26 Mart 2024 11:24

Di serdema îslamî de, heta roja me, yek ji milletên ku kevneşopiya “gosan û gosanî“yê parastiye û domandiye, kurd in. Mebesta me ne ew e ku em bibêjin “gosan û gosanî“ wekî kevneşopiyekê tenê di nav kurdan de hebû an jî maye. Lê dikare bê gotin ku hebûna vê di nav kurdan de bercestetir e. Nimûneya herî baş jî çanda “hozan“ û “dengbêj“an e.

***

Wekî di nivîsên berê de jî hat diyarkirin, çavkaniyên berdest ku ji aliyê nivîskarên Yewnanî ve hatine nivîsandin, behsa hebûna çîrok, meselok û helbest, sirûd û stranên serdema Medan dikin. Di van çavkaniyan de çend mînakên cureyên edebî yên navborî jî pêşkêş dikin. Agahiyên ku nivîskarên Yewnanî li ser vê mijarê didin, dîsa wekî hat dîtin, ji bo serdema Partî/Eşkanî jî karîger in. Di heman demê de, di agahiyên berdest de, derbarê edebiyata serdema Med û Partî de, xaleke berbiçav heye: bingeha edebiyata serdemên navborî bi piranî kevneşopiya devkî bûye. Îcar, ev pirs yekser tê bîra mirovî: veguhêr(ên) û pisporên vê edebiyata devkî kî bû(n)?

Vê mijarê bala gelek lêkolîneran kêşeya ku li ser dîrok û edebiyata Îranê ( bi taybet serdema berî îslamê) xebitîne û li ser vê mijarê gelek lêkolîn hatine kirin. Lêkolînên berdest li ser vê mijarê nîşan didin ku bi taybetî di serdema Partî/Eşkanî de cimaeteke bi navê “gosan“ hebûye ku kar û pisporiya wan vegotina  çîrokên evînî û lehengiyê bûye. 

Digel ku koka rastîn a peyva “gosan“ hêj zelal nebûye û nayê zanîn, em dizanin ku ev, helbestvan û muzîkjenên gerok bûn ku çîrok bi taybetî bi şêweya helbestî digotin. Çîrokên ku ji aliyê gosanan ve dihatin gotin, xwedîyê sê taybetiyan bûne: manzûm (helbestkî) bûne, bi stranê dihatine gotin, û ne nivîskî bûne.

Wekî M. Boyce jî diyar dike, mixabin derbarê perwerdehiya gosanan de agahiya me tuneye. Gelo sîstem an saziyek hebû ji bo hînbûn an perwerdekirina “gosan“, an ev kevneşopî ji bavan derbasî kuran dibû û di nav endamên malbatekê de dihate domandin? Her çend ne mumkin e ku em ji vê pirsê re bersiveke zelal û teqez bidin, diyar e ku wan (gosanan), wekî veguhêzên mijarên kevneşopî, di hafizeya xwe de xwedî gelek destan û çîrokan bûne.

Li gor belgeyên berdest, tê dîtin ku kevneşopiya “gosanî“ di serdema Sasanî de jî berdewam bûye. Wekî mînak di metnên Manewî (edebiyata Manî) de hevokeke wusa derbas dibe: “Mîna gosanekî ku di medha padişah û lehengan de distirê û tiştek aîdê wî nabe“. An di Mucmel’ul-Tewarîx  ve’l-Qisesê de ku nivîskarê wê naye zanîn tê gotin ku: “Behram Gûr (Behramê 5em, padişahê Sasanî, m. 438 z.), her tiştê ku dixwast, bi hêsanî bi dest dixist. Meseleya wî tenê ew bû ku mirovên wî bêyî muzîkvanan şerab vedixwarin. Ji bo vê yekê, ferman da ku ji padişahê Hindiyan re nameyek bê nivîsandin û ji wî gosan bê telebkirin. Gosan, bi zimanê Pehlewî tê wateya muzîkjen“.

Li gor agahiyên berdest bi kurtasî dikare bê gotin ku ev kevneşopî di hemû coxrafiyaya Îrana beriya Îslamê de, ji rojhilat heta rojavayê Îranê, yanî nîştimana kurdan, berbelav bûye û gosan û gosanî, li nav xelkê û di dergah û meclîsên padişah û mîran de xwedî cihekî diyar bûn.

Di serdema Îslamî de tê dîtin ku peyva gosan hêdî hêdî di civak û edebiyata Îranê de wenda dibe. Di edebiyata serdema îslamî ya Îranê de, bi zanîna min, peyva “gosan” bi wateya xwe ku li jor hat gotin, tenê di berhema “Wîs û Ramîn”a Gurganî de hatiye bikaranîn ku di nivîsên berê de behsa vê hat kirin. Yanî di hîç berhemeke edebiyata serdema Îslamî ya coxrafiyaya Îranê de peyva gosan derbas nebûye. 

 Tê zanîn ku bi êrîşa Erebên misilman û têkçûna Împaratoriya Sasanî, çand û edebiyata coxrafiyaya navborî, wekî elemanên din ên civakê, ser û bin dibe. Çand, bawerî û kevneşopiyeke nû, cuda û biyanî, bi tewawî dijî nirxên çandiyên berê, dibin xwedî îqtidar. Zimanekî nû û biyanî (‘Erebî) dibe zimanê îqtidar û zimanê serdest û çanda coxrafiyaya navborî dikeve bêdengiyeke dirêj. Ev bêdengî ku du sed salan dewam dike, li Îranê wekî “serdema du sed salan ya bêdengiyê” (Du Qern Sukût) tê binavkirin.  

Lê wekî tê zanîn “çand“ û hêmanên ku wê pêk tînin ji nişka ve winda û bi dawî nabin û ji bîra kolektîf a civakê nayin jê birin. Hêmanên ku çandê pêk tînin, ji nû ve çêdibin û di bin navên cuda û kîsweyên cuda de hebûna xwe didomînin. 

Di serdema îslamî de, heta roja me, yek ji milletên ku kevneşopiya “gosan û gosanî“yê parastiye û domandiye, kurd in. Mebesta me ne ew e ku em bibêjin “gosan û gosanî“ wekî kevneşopiyekê tenê di nav kurdan de hebû an jî maye. Lê dikare bê gotin ku hebûna vê di nav kurdan de bercestetir e. Nimûneya herî baş jî çanda “hozan“ û “dengbêj“an e. Digel ku îsbata yekbûna koka peyvên gosan/hozan karê zimannasan e, em li vir tevlî vê meseleyê nabin ku ne pisporiya me ye, lê dîsa hem ji aliyê peyvî ve hem jî ji aliyê wate û fonksiyonê ve, ev her du peyv pir nêzîkî hev xuya dikin. Mamoste Hejar Mukriyanî di Ferhenga Henbane Borîne de ji bo wateya peyva “hozan“ dibêje: “zor zana, parçeyeke helbest, qesîde, hestiyar, şair“ û ji bo “hozanvan“ jî gotiye: “Şair, Bivêj, kesê ku şi‘rî xelkê be goranî (stran) delê (dibêje)“. Mamoste Zana Farqînî jî  ji bo peyva “hozan“ wateya  “şairê gel“ daye. Yanî hem pênaseya mamoste Hejar û hem ya Zana Farqînî, ligel pênaseya peyva “gosan“ li hev dikin ku di çavkaniyên dîrokî de hatiye dayîn.

Lê tê dîtin ku digel girîngiya vê meseleyê, bi taybetî ji bo çand û edebiyata devkî ya kurdan, heta niha, bi zanîna min, xebateke kûr û analîtîk li ser mijarê nehatiye kirin. Di heman demê de hebûna vê kevneşopîyê di nav kurdan de dîsa ji aliyê Rojhilatnasan ve hatiye piştguhkirin. Tenê O. Mann behsa hebûna medreseya hozanan, bi awayekî organîze, di nav kurdan dike ku tê de “westa“ (mamoste) zanîna xwe bi devkî fêrî şagirtên xwe dike. Lê R. Lescot ku piştî O. Mann hatiye Kurdistanê dibêje: êdî tu şopek ji dibistan an jî fêrgehên hozanî û kurdî yên profesiyonel nedîtiye ku dengbêj fîgûrekî aîdê serdema mîr/xan bûne û bi taybetî bûne qurbaniya gramafon û radiyoyê.