Xwarin û Vexwarina Meha Remezanê

Xwarin û Vexwarina Meha Remezanê
Xwarin û Vexwarina Meha Remezanê
Dilan Daş Kağa
  • 25 Mart 2024 15:15

Rojîgir di temamiya rojê de xeyala fitareyê dikin. Ji bo fitareyê hêviyeke mezin li rojîgiran peyda dibe. Heya fitarê birçîbûna psîkolojîk û fîzyolojîk digihêje asta herî jor. Hêvî, xeyal, birçîbûna derûnî û fîzyolojîk dibin sedema xwarineke ji hedê xwe zêdetir. Lewma fitare baldarî û kontrolekê dixwaze. Derba ewil, divê xwarin ne bilez, lê hêdî hêdî bê xwarin. Xwarineke hêdî û têrcûtî wê pirsgrêkên mehandinê kêm bike.

***

Ya rast ji bo nivîsa vê hefteyê mijareke din li ber min bû. Lê te dît meha Remezanê ye. Şaşiyên xwarin û vexwarinan yên ez dibime şahid, berê min dane vê mijarê.

Bi hatina meha Remezanê rojîgir heyameke dirêj birçî dimînin û danên xwarinê yên rojane serobino dibin. Lewma ji bo xwarin û vexwarinê avakirina balansekê ji her demî zêdetir pêwîst e. Îsal li Bakurê Kurdistanê di navbera paşîv û fitarê de teqrîben 15 saet hene. Rojî li ser pişta du danên sereke tê girtin; ku ev fitare û paşîv e. Danek di navbera fitare û paşîvê de jî dibe ku were xwarin. Ji ber ku hemî derfetên xwarin û vexwarinê di şevê da ne, bandoreke rasterast ya mîqdara xwarin û vexwarinê li ser tendurîstiyê heye. Nava rojê ku rojî tê girtin û ji ber karûbarên rojane enerjiyeke zêde tê xerckirin; girîngiya paşîvan zêde dibe. 

Laş, ji tevger û libatan bigire heya ji fikirîn û xebitandina mejiyî enerjiyekê xerc dike. Çavkaniya enerjiyê ya laşê me xwarin û vexwarin e. Di şert û mercên asayî de, xwarina nava rojê enerjiya laşî diparêze. Lê di meha Remezanê de ji bo xwarin û vexwarinê navbereke diyar heye. Ji ber lêgerîna enerjiyê, laşê rojîgiran ku bê xwarin û vexwarin dimîne pêşî berê xwe didine xwarin û vexwarina paşîvan. Piştî xwarin û vexwarina paşîvan jî dor tê ser depoyên laşê me. Girtina rojiya bêpaşîv dibe sebeb ku laş, ji bo saetên dirêj yên bêxwarin û vexwarinê hazir nebe.  Bi vî awayî şekirê li nav xwînê bi carekê dikeve; dawiyê sistbûnek û betilandinek li laşê mirovî dibe bar. Berovajî girtina rojiya bêpaşîv; heger xwarina paşîvan, ji xwarinên giran pêk bê, dibe sebeb ku lezahiya metabolîzmayê bikeve. Ji ber ku şev e, jixwe lezahiya metabolîzmayan daketî ye. Lê ev ketina lezahiya metabolîzmayê çend encamên negatîf derdixe holê. Pirsgrêkên hezmê peyda dibin, derî li qelewiyê vedibe, xew diherime.  Ji bo paşîvan,  taştêyeke sivik maqûl e. Mast, penîr, hêk, nanê genimê tev, sebzeyên xav û fêkî ji bo sifreyên paşîvan pêşniyaz in. Yan jî rojîgir dikarin berê xwe bidine şorbe, xwarinên bizeyt, mast û seleteyê. Divê ji xwarinên birûn, şor, giran û xwarinên hevîrî dûr bê rawestan. 

Rojîgir di temamiya rojê de xeyala fitareyê dikin. Ji bo fitareyê hêviyeke mezin li rojîgiran peyda dibe. Heya fitarê birçîbûna psîkolojîk û fîzyolojîk digihêje asta herî jor. Hêvî, xeyal, birçîbûna derûnî û fîzyolojîk dibin sedema xwarineke ji hedê xwe zêdetir. Lewma fitare baldarî û kontrolekê dixwaze. Derba ewil, divê xwarin ne bilez, lê hêdî hêdî bê xwarin. Xwarineke hêdî û têrcûtî wê pirsgrêkên mehandinê kêm bike. Heke fitare bibe du beş, wê li ber xwarina zêde were girtin. Rastî ew e ku fitare bi şorbeyekê bê kirin û paşî bi qasî (15-20 dq) bêhnvedanek bê dayîn. Bêhnvedan ji bo xwarineke di hedê xwe de girîng e. Ji ber ku di dema fitarê de ji nişka ve tijekirina zikê vala; tansiyon, şekir û nexweşiyên mîdeyê derdixe holê. Piştî bêhnvedanê, midetekî maqûl, rojîgir dikarin fitara xwe dewam bikin. Ji bo xwarina fitarê; xwarineke sebzeyan ya bigoşt; yan jî xwarineke goştî ya bêrûn û xwarineke sebzeyên bizeyt maqûl e. Ligel yek ji van selete û 1-2 pariyên nanî (bi genimê tev) jî lazim e bê xwarin. Ji dêvla nanî û li gorî daxwazê 4-5 kefçî birinc an jî girar dibe ku were xwarin. Lê ji dêvla nanî, ne ligel nanî!

Fêkî, di navbera fitare û paşîvê de dikare were xwarin. Ger di vê navberê da neyê xwarin, bi paşîvê re jî dibe ku were xwarin. Dîsa di dana navberê da fêkiyên hişk, gûz, bihîv hwd. şîr/mast dikare were xwarin. Meha Remezanê, bi taybetî mirov li şîraniyê digere. Lê yek ji tiştên herî giring yên ku divê mirov hay jê hebe şîranî ye. Şîraniyeke ji fêkiyan yan jî yên bi şîrî çêdibin bi mîqdarekî ne zêde dibe ku were xwarin. Lê helbet ne her roj.

Em behsa avê jî nekin nabe.  Me gotibû ji ber nexwarina xwarinê ya di dema rojiyê de, laş pêşî tiştê ku em di paşîvan de dixwin û dûv re jî karbonhîdratên ku di kezeb û masûlkan de hatine depokirin ji bo enerjiyê bi kar tîne. Karbohîdrat, di kezeb û masûlkeyan de depo dibin, lê av di laş de nayê depokirin! Di dema rojîyê de ava dikeve laş kêm dibe. Lewma gurçikên me tedbîrê digrin û di nava rojê de zêde nahêlin ava di laşê me de bi mîzê derkeve. Piştî rojiyê, divê baldariyeke zêde li ser vexwarina avê were danîn; da ku ava ji ber laşî çûye bikeve cîh. Formûla pêdiviya avê ya rojekê ev e: 35 ml x Giraniya Laş (kg). Li ser meseleyê, kesekî 70 kg be (70 x 35 ml = 2450 ml ); dive nezîka 2 lt û nîv avê vexwe. Meha Remezanê herçiqas wext kêm be jî, pêwîst e herkes hewcedariya laşî ya ji bo avê bîne cih. Ev jî herî herî kêm 8-10 qedeh e.  

Meha Remezanê, tevger û libatên me bi qasî xwarin û vexwarinê giring in. Meha Remezanê pêkanîna werzîşê ji bo lezahiyê metabolîzmayê gelekî giring e. Meşeke 1,5-2 saet piştî fitarê bo meha Remezanê yek ji baştirîn çalakiyan e. Werzîşa meha Remazanê ji bo qebizbûnê, qelewbûnê, xewê, hezmê, tenduristiya dilî, kêmkirina stresê derman e.