Stranbêj Rewşan dê li Amedê konserekî bide

Stranbêj Rewşan Çelîker dê li Amedê konserekî bide.

Konser dê 3ê Hezîranê li Sezai Karakoç Kongre Merkezî ya Amedê were li dar xistin.

Rewşanê berê di heypeyvîna xwe ya bi Botan Timesêre gotibû, “Demeke dirêj e ji bo konserên xwe dixebitim. Ji bo bi ekîbeke baş ra, li mekanên baş vê mûzîkê bikarim bigihînim guhdarên xwe pir li ber xwe didim.”

Stranbêj Rewşan, stranbêjeka navneteweyî ye ku bi 11 zimanan distire. Ew li çar enstrûmanan dide. Wê teza xwe ya masterê li ser şanoya mûzîkal a hûnermenda fransî Edit Piafê nivîsîye.