Stranbêj Rewşan, stranbêjeka navneteweyî ye ku bi 11 zimanan distire. Ew li çar enstrûmanan dide. Wê teza xwe ya masterê li ser şanoya mûzîkal a hûnermenda fransî Edit Piafê nivîsîye.
Botan Timesê li ser navê guhdarên wê jê pirsî ka van deman bi çi ve mijûl e, hêvî û daxwazên wê çi ne.
Demeke dirêj e ji bo konserên xwe dixebitim. Ji bo bi ekîbeke baş ra, li mekanên baş vê mûzîkê bikarim bigihînim guhdarên xwe pir li ber xwe didim.
Ji bilî vê, mizgînîyeke xweş jî bidim we. Niha albûmeke nû amade dikim ku wê bi temamî ji stranên min pêk bê.
Rewşan
Dixwazim rojekê şiyar bibim

Dixwazim rojekê em şîyar bin û di nav ronahiyeke zelal da hemû zilm û zordariyên li ser ax û zimanê me ji holê rabûbe.
Rewşan
Şîroveyên guhdaran min gelekî motîve dikin. Piraniya wan li ser ecibandina deng û xweşiya stranan in. Ji bilî vê; ya li ber dilê min herî şîrîn ew e ku zarokên niha dibên em bi stranên te mezin dibin. Ya rast ez jî bi wan ra dikemilim. Ev tiştekî bêhempa ye.
Rewşan
Wêne: Arşîva Rewşanê
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.