Sînemxan Bedîrxanê alaya 104 salan radestî Mesud Barzanî kir

Sînemxan Bedîrxanê alaya 104 salan radestî Mesud Barzanî kir
Sînemxan Bedîrxanê alaya 104 salan radestî Mesud Barzanî kir
Botan Times
  • 19 Şubat 2023 11:03

Sînemxan Bedîrxanê Alaya Kurdîstanê ya bapîrên wê û hevrêyên wî beriya 104 salan nexşendî, radestî Mesud Barzanî kir.

Sînemxan Bedirxan Keça Mîr Celadet Alî Bedirxan e.

Di zanîngeha Selahattîn a Herêma Kurdistanê de wek mamosteyek bi zimanê Fransî ders da.

Ji sala 2006ê ve li Hewlêrê dijî. Di sala 2013 de, Rejion Denore ya Fransî ev xelat wergirt.

Celadet Alî Bedîrxan kî ye?

Celadet Bedîrxan alfabeya kurdî û rêzimana kurdî ya nûjen bi herfên latînî yên îroyîn dinivîsand.

Her wiha di sala 1932an de yekemîn kovara kurdî ya bi tîpên latînî Hawar derxist.

Mamê wê Miktad Midhat Bedir-Xan jî di sala 1898an de yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistan derxist.

Mamê wê Dr. Kamîran Alî Badirxan li bajarê Parîs ê Fransa li zanîngeha Sorbonnê kursiya Kurdolojiyê damezrand û bi salan mamostetî kir.