Erdhêj di 23ê Cotmeha 2011an de li Wanê di seat 13.41an de pêk hat. Bi pileya 6,6 pêk hat û 25 sanîyeyan dewam kir.
Navenda erdhejê gunde Tabanlîyê ku 17 kîlometre dûrî Wanê ye, bû.
Di vê erdhejê de 604 kes jiyana xwe ji dest dan. 4 hezar û 152 kes jî birîndar bûn.
Erdhêja Çewlîgê sala 2003an di 1ê Gulanê de seat 03.27an bi pileya 6,4 pek hat.
Li hêremê herî kêm 176 kesan mirin û 625 avahî hilweşiyan. Dema bloka li dibistana şevînî ya li Celtiksuyu hilweşîya 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di 12’ê Mijdara 1999’an saet 18:57’an de erdheja bi mezinahiya 7,2 pêk hat.
Erdhêja ku 30 saniye dewam kir, li gelek parêzgehan û her wiha li Ukraynayê jî hat hîskirin.
845 kes mirin û 4 hezar û 948 kesan jî birîndar bûn. 12 hezar û 939 xaniyên zirarên mezin dîtin.
Erdhêja ku navenda wê Kocaeli/Golcukê ye di 17ê Tebaxa 1999an de danê sibê saet di 03:02 de pêk hat. Erdhêja bi hêza 7,5 mw li gor pîvana Richterê xisareke mezin a canî û madî pêk anî.
Erdhêja 17ê Tebaxê ji Enqereyê heta Îzmîrê li tevahiya Herêma Marmarayê hat hîskirin.
Li gorî raporên fermî 17 hezar û 480 kes mirine û 23 hezar û 781 kes jî birîndar bûne. 505 kes jî seqet bûne. 285 hezar û 211 xanî û 42 hezar û 902 kargeh zirar dîtine.
Li Çukurovayê di 27ê Hezîrana 1998’an de li gorî saeta herêmî saet 16:55’an de erdhêjek pêk hat.
Erdhêj bi pileya 6,2 pêk hat û 145 kes mirin, hezar û 500 kes birîndar bûn. Bi hezaran kes jî bê mal man.
Erdhêja ku di 13ê Adara 1992an saet 19:08 de li Erzincanê pêk hat.
Hêza erdhêjê 6,8 pile hat pîvan. 653 kes mirin, 8.057 avahî hilweşiyan.
Erdhêja 30ê Cotmeha 1983an ku li Erzirom û derdora wê xisareke mezin dabû, pêk hat.
Pileya erdhejê 6,9 bû û hezar û 155 kes mirin, 537 kes jî birîndar bûn. 3 hezar û 241 xanî zirareke mezin dîtin. Zêdetirî 30 hezar heywan telef bûn.
Erdhêja Wanê ku navenda wê navçeya Muradiye bû bi pileya 7,5an, 24ê Mijdara 1976an di saet 12:22an de pêk hat.
3840 kes mirin û 9232 avahî zirar dîtin.
Ji bilî erdhêjê, ji ber sermayê ku bi şev germahiya hewayê li herêmê daket -17 pile, mirin zêde bûn. Ji ber baran û berfê xebatên rizgarkirin û alîkariyê dereng mabûn.
Di erdhejê de herî zêde ziyanên canî û madî li Muradiye û navçeyên derdorê Ercîş û Ozalpê çêbûn. Li Çaldirana ku nifûsa wê 3 hezar û 304 kes e, ji sedî 95ê xanî hilweşiyan û 615 kes mirin.
Piştî erdhêja Erzincanê ya sala 1939an a bi lerza 7,9 Ms erdhêja herî dijwar bû ku li Anatolyayê hat dîtin.
Role Mihemed: Rojava – Em aniha dibînin bi hezaran rojnamevanên me yên ciwan hene22/04/202417:39 Murî Darîda: Ez dixwazim rojnamegerên kurd karê xwe bi awayekî azad û emîn bikin22/04/202416:04 Sertaç Kayar: Divê gelê kurd li sazî û dezgehên xwe yên kurdî xwedî derkeve22/04/202415:57 Hozan Adar: Roja Rojnamegerîya Kurdî li hemî kedkarên çapemenîyê pîroz dikim22/04/202415:44 Gulistan Korban: Qelema ku Bedirxan rakirîye rojnamegerên kurd nadanin erdê22/04/202415:27