Tirs Zîl Didin

Tirs Zîl Didin
Tirs Zîl Didin
Sevda Orak Reşitoğlu
  • 27 Mart 2024 12:18

Tu hatiyî nav tenahiyê, haja te ji te heye? Tu çiqas ji qerebalixiyê ditirsî ewqas jî ji tenahiyê ditirsî. Ji berê ve ev tişt naguhere. Lê tirsa te ya vê carê zêdetir dibe. Ewqas ditirsî ku nikarî rabî ser xwe û vegerî. Tu hatiyî ku? Tu hema li dawiya xwe dinêrî, kesek tuneye, demeke kurt be jî kêfa te tê. Lê heke tu çawa serê xwe bizivirînî yek bê? Tu serê xwe bi kîjan aliyî ve dizivirînî ji vê tirsê xilas nabî, lewre her dem tiştek li dawiya te dimîne û tu nikarî hem li pêşiya xwe hem li paşiya xwe binêrî. Serê xwe dizivirînî, dizivîrînî, aliyê rastê, aliyê çepê. Tu dînûhar dibî.

***

Gewrbûneke asayî tê ber çavê te, tu mijeke xwerû dibînî. Dixwazî wê mijê rakî, xwe berdî zelalbûnê. Hinekî îza ye. Hewldaneke baş divê, mejiyê xwe dixî nav her du lepên xwe da ku nekaribe rê li ber te veke. Tu biryarê didî, çi kevir be, çi zinar be, çi kortal be tu yê xwe ji ser wan hilavêjî û bi rê ve biçî. Tu yê îro bê mejî bimeşî da ku bêyî wan tirsên xwe gav biavêjî.

Ev tiştekî zehf îza ye ji bo te, têra xwe zehmet e. Tu yê biçî ku? Nav qerebalixê. Van tiştan her dem tu tirsandiyî. Lê te biryara xwe daye û mejiyê xwe girtiye destê xwe. Tu yê biçî û tu diçî. Qerebalixeke mezin heye li derdor. Tu di navendê de yî. Gelo her kes li te dinêre? Rûyê te sor dibe, dixwazî guhên xwe bigirî. Divê vê carê te ev tişt hîs nekirana, te mejiyê xwe girtibû destê xwe lê ji nav lepên te filitiye û çûye ketiye nav cihê xwe. Tiştek tuneye ku tu bikî, tu derketiyî û mejiyê te jî cihê xwe girtiye. Tu yê berdewam bikî an bi rev vegerî? Berî ku biryarekê bidî, dixwazî ava di nav xwe de hûrik hûrik li ser her kesî, hemû cîhanê bireşînî. Dixwazî bila her dilopek biçe ser her dilekî û bibiriqe. Dû re bila her yek bibe xwîneke rohn li ser canê wan.

Şîretên diya te têne bîra te. Şîretên ku tu car dev ji te bernadin. Tu xefexef li rûyê însanan dinêrî, yek bi yek li tevgerên wan. Gelo zarên xelkê ev in? Yên ku di şîretan de xwedî cihekî nuwaze ne. Ji vê cîhanê çi ketiye para wan û ya te çi ye? Ferqa we çi ye? Tu bi awayekî matmayî li wan dinêrî û nirçek derdikeve ji devê te. Gelo xweşikbûn bû para wan? Jêhatîbûn, biaqilbûn, efendîbûn, edeb? Ya te çi bû? Tu li wan dinêrî, li porê wan, pişta wan, kena wan, girîna wan, himbêzkirina wan. Wan çi kiribû, te çi kiribû? 

Tu di navbera wan de disekinî, bi tirseke mezin. Tu ditirsî ku yek ji wan bê û bêje tu kî yî? Tu çi digerî li van deran? Tu çi xwelî li serê xwe dikî? Tu ditirsî ku rêdarek bê û destê te bigire. Tu difikirî, zarên xelkê çi kiribûn û ew sifet li xwe bar kiribûn? Gelo wan xwaribû û tu hatibû xwarin? Wan lewitandibû û tu hatibûyî lewitandin? Wan qêr kiribû û tu hatibûyî qêrkirin? Wan mêtibû û tu hatibûyî mêtin? Wan barandibû û tu hatibûyî barandin? Ew vereşiyabûn û tu hatibûyî vereşandin? Wan xêz kiribû û tu hatibûyî xêzkirin? Wan tûk kiribû û tu hatibûyî tûkkirin?

Te çi kiribû ku tu nebûbûyî ew zar? Di wê qerebalixiyê de bayekî hênik tê û li ber guhê te dike pistepist. Tu di serî de fam nakî çi dibêje lê piştre dizanî ku dibêje vegere, ev der ne cihê te ye. Tu ji bayî ditirsî, dilê te xayîs dike. Tu difikirî ka tu çawa bi darê zorê hatî û ketî nav van însanan, lê bayê heram ji te re dibêje vegere. Qey nedibû alîkariya te bikira? Nedibû hema te kaş bikira, piçekî kêfa te bianiya. Qey nedibû te jî bikira yek ji wan zarên xelkê? 

Piyên te li hev digerin, tiştê ku te hêvî dikir ne ev bû. Gelo yên ku di ber te re derbas dibin bi te dihesin an na? Tu li wan dinêrî, hinek dibişirî, hinek xwe tev didî. Xwedê zane tu wek peykerekî yî ji bo wan. Hinekî xemgîn dibî, lewre te vê carê biryar dabû ku tu yê nêzîkî hinekan bibî, belkî destê xwe dirêjî wan bikî.

Tu ji wir dûr dikevî, xwe didî aliyê tenahiyê. Kes tuneye, bêhna te fireh dibe. Çokê xwe datînî erdê û li axê dinêrî. Komeke mûriyan, yek bi yek derbas dibin, her yek li ser karê xwe ye. Lez bi lez diçin û vedigerin. Ew jî eynî wek zarên xelkê ne, çiqas bi edeb tevdigerin. Hêviya xwe ji wan dibirî.

Tu hatiyî nav tenahiyê, haja te ji te heye? Tu çiqas ji qerebalixiyê ditirsî ewqas jî ji tenahiyê ditirsî. Ji berê ve ev tişt naguhere. Lê tirsa te ya vê carê zêdetir dibe. Ewqas ditirsî ku nikarî rabî ser xwe û vegerî. Tu hatiyî ku? Tu hema li dawiya xwe dinêrî, kesek tuneye, demeke kurt be jî kêfa te tê. Lê heke tu çawa serê xwe bizivirînî yek bê? Tu serê xwe bi kîjan aliyî ve dizivirînî ji vê tirsê xilas nabî, lewre her dem tiştek li dawiya te dimîne û tu nikarî hem li pêşiya xwe hem li paşiya xwe binêrî. Serê xwe dizivirînî, dizivîrînî, aliyê rastê, aliyê çepê. Tu dînûhar dibî.

Te dixwest ji vê tirsê xilas bibî. Tu fam dikî ku ceribandineke ne rast bû. Tu xwe xirabtir hîs dikî, tirsonektir. Tu werara te namîne. Dixwazî di wê rêyê de bimeşî, ya ku bi kevirên biçûk hatiye xemilandin. Tu her ku pê li kevirekî piçûk dikî, dengek jê tê. Gelo kevir jî diêşin? Hinekî din diçî, lê ji tirsan gavên te pir giran in. Di serê te de axaftinên pûç hene. Tu car nikarî ji wan xilas bibî. Vê carê zêdetir bûne, ji ber tenahiyê ye çi ye? Tu wan dehf didî, dibêjî dev ji min berdin, lê deng zêdetir dibe. Ew axaftina di mejiyê te de, ya ku şev û roj, roj û şev, di tarî û ronahîyê de dev ji te bernade, îro bi te re şerî dike. Tirsa te dibe du qat. Tu nizanî di vê tenahiyê de ber bi kîjan aliyî ve biçî û tew tevî wan gotinên pîs. Tu êrîşî xwe dikî, kulmên xwe li singê xwe didî, bes dibêjî, bes e bila ev peyv, ev gotin, ev dengê hundir bila dev ji te berdin û biçin. Qet nasekinin, qet nasekinin! Ji kengî ve ye tu bi van dengan re şer dikî tu jî nizanî. Şûrê xwe dikişînî ji keviya dilê xwe û li mejiyê xwe dixî. Çare tuneye, ruhê wan gotinan tuneye û tu nikarî wan bikujî. 

Vedigerî ser halê xwe yê westiyayî, tu ketiyî nav şerekî mezin û şûrê te nikare te biparêze. Hinekî din diçî, li aliyê çepê rêyeke din heye, li wir kevirên biçûk tunene. Tu pê li axê dikî, şa dibî ku tu ji wan keviran xilas bûyî, lewre her ku te pê lê dikir axînek dihat. Tu hîs dikî ku ax naêşe ji ber gavên te, ax e jixwe dê çi bibe! Hinekî din diçî û dikevî nav daristaneke biçûk. Hê jî wexta dimeşî li dawiya xwe dinêrî. Kes tuneye, lê wekî ku heye. Ew daristan jî aramiyek nade te, ya ku dide zarên xelkê! Tirsên te careke din, bi awayekî tund, bi awayekî qeşmerî, bi awayekî dijûnbarî zîl didin. Tu dixwazî vegerî cihê xwe, tu ditirsî, tu yê çawa vegerî? Heke di rêya vegerê de bide dû te? Heke vê carê bi rastî jî bê? Tu yê çi bikî? Tu ewqas ditirsî hema dest bi revê dikî. Zarên xelkê xêrên xwe pişt dikin û diçin, gunehên xwe dixin stûyê te û te li wir dihêlin.