Şaneşîn Performansê bernameya xwe ya Nîsanê dîyar kir.
Koma şanoya Şaneşîn Performansê bernameyeka pirrengî amade kirîye ku tê da çendîn cure çalakî, bername û şano tê da cih digirin.
Di bernameyê da lîstikên wekî Galegal, Kalkış-Ma, Vik û Vala, Uyku, Şengê û Pengê, Mişk û Mirov, Stand Upa Egemen Şimşek, Înfaz û Zîd û Han/Dubare Kumpanya cih digirin.
Ji wan lîstikan Şengê û Pengê ji bo zarokan e.
Di vê bernameyê da, lîstîkeka nû ya Koma şanoyê Şaneşîn Performansê ya bi navê Mişk û Mirov jî cih digire.
Mişk û Mirov 15yê Nîsanê saet 19:00an dê promîyera xwe bike.
Herwekî din, di bernameya nîsanê da panelek jî cih digire. Di panelê da Bajar Mîrzeman, Burhan Tek û Umran Aran dê li ser mijara Çîroka Kurdî Ji Doh Heta Îro biaxivin.
Herwiha konserteka pîyanoyê ya bi navê Piyano’nun Kadınları jî di bernameyê da cih girtîye.
Ji bo têkilîyê: 0542 553 84 80

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.