Tûndkariya mêran li Îranê: Faîlê ku Zîba Sayyad kuşt reviye

Tûndkariya mêran li Îranê: Faîlê ku Zîba Sayyad kuşt reviye
Tûndkariya mêran li Îranê: Faîlê ku Zîba Sayyad kuşt reviye
bianet
  • 25 Mart 2024 15:33

Birayê Zîba Sayyadê Padişahoglûyê ku li Tirkiyeyê dijî got, “Ji bo ku faîl bê girtin em dixebitin” û banga piştgiriyê li her kesî kir.

Li bajarê Urmiyeya Îranê Celal Sayyad hevjîna xwe ya berê ya dersdêr Zîba Sayyada 27 salî kuşt û reviya.

Ji bo dîtina faîl xebatên lêgerînê dewam dikin, malbata Zîbayê ku li Tirkiyeyê dijî têkildarî mijarê bi bianetê re axivî.

Birayê Zîba Sayyadê Sercan Padişahoglûyê ku li Tirkiyeyê dijî got, “Ji bo ku faîl bê girtin em dixebitin” û banga piştgiriyê li her kesî kir.

“Xwişka min, Zîba, bi salan berê bi vî mêrê ku xizmê me ye re zewicî. Em dizanin ku di tevahî heyama zewaca xwe de rastî tûndkariyê hatiye. Demek dirêj ne telefon û ne jî li me pirsî. Paşê em hîn bûn ku ev sê sal in dest daniye ser telefona wê û nikare xwe bigihîne me û ji me re vebêje. Di dawiyê de pêwendî bi me re danî û rewş ji me re vegot. Got ez dixwaz im  cihê bibim. Birayên min yên mezin xwestin wê bînin mala me, lê hevjînê wê destûr neda. Di dawiyê de me rewş ji polîsan re ragihand.”

Ji bo berdewamîya nivîsa li bianetê bitikîne.