Stranbêj Rewşan Çelîker dê li Stenbolê konserekê bide.
Konser dê 19ê Gulanê li Sehneya Modayê were li dar xistin.
Rewşanê berê di heypeyvîna xwe ya bi Botan Timesêre gotibû, “Demeke dirêj e ji bo konserên xwe dixebitim. Ji bo bi ekîbeke baş ra, li mekanên baş vê mûzîkê bikarim bigihînim guhdarên xwe pir li ber xwe didim.”
Stranbêj Rewşan, stranbêjeka navneteweyî ye ku bi 11 zimanan distire. Ew li çar enstrûmanan dide. Wê teza xwe ya masterê li ser şanoya mûzîkal a hûnermenda fransî Edit Piafê nivîsîye.
Hûn dikarin ji vê lînkê bilêtan bikirin: https://biletinial.com/muzik/rewsan-konseri-
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.