Malbata Şenyaşar: Werin hûn jî bi me re li devê edlîyeyê bifitirin îro

Malbata Şenyaşar: Werin hûn jî bi me re li devê edlîyeyê bifitirin îro
Malbata Şenyaşar: Werin hûn jî bi me re li devê edlîyeyê bifitirin îro
Botan Times
  • 6 Nisan 2022 10:09

Malbata Şenyaşar îro 394 roj in li devê derîyê Edlîyeya Rihayê nobeta edeletê digire. Wan îsal jî di meha remezanê de nobeta xwe ranewestandin û li devê edlîyeyê difitirin. Dayîka Emîne Şenyaşar di çalakî/nobeta îro de hemû kes vexwendin fitarê.

Emîne Şenyaşara ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîye wiha gotiye: “Êdî taqet di min de nemaye ku tiştên hatine jiyîn rakim. Êdî bes e.”  

Xizm û parastvanên parlamenterê AKPyê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14ê hezîrana sala 2018an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû.

Ji bo dîtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê îro jî di roja 394an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar wek her roj di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncika malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin.

Ferît Şenyaşar jî wiha gotiye: “Em di meha Remezanê de ne. Meha Remezanê, mehali hev helalkirinê ye. Ev 394 roj in dayîkek li ber derîyê edlîyeyê li benda edaletê ye. Kurekê wê di hucreya yekkesî de tê ragirtin, hevjîn û du kurên wê jî hatine qetilkirin. Lê yek kes jî nehatiye girtin. Bi destê darazê li ber deriyê edliyeyê zilm tê kirin. Rayedarên welêt, bi munasbeta meha Remezanê peyaman parve dikin. Dibin hevkarê vê zilmê û bi malbatên wan re fitareyê dikin. Ez bang li hemû rayedaran dikim ku bi wijdan tevbigerin û biedalet bin. Hemû dinya vê derhiqûqiyê dişopîne. Kesekê ku nifira dayikekê lê hatiye kirin tu carî îfleh nabe. Hûn jê dê îfleh nebin. Ne îslamiyet û ne jî mirovahî vê qebûl nake.”  

“Em ê di roja pêncan a remezanê de li pêşiya edliyeyê bifitirin. Em hemû kesî vedixwînin fitarê. Remezan, meha parvekirinê ye. Em jî dê îro li pêşiya edliyeyê fitara xwe bikin û nanê xwe bi hemû kesî re parve bikin.”  

Her wiha malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî ev peyam parve kiriye: “Nobeta me di roja 394an de ye. Di roja 5an a Remezanê de em fitara xwe li ber deriyê edliyeyê vedikin. Em hemû kesên ku derfeta wan heye vedixwînin #Adaletsofrası yê.”