Rapbêj Agirbest: Ez û rap baş li hev dikin

Rapbêj Agirbest: Ez û rap baş li hev dikin
Rapbêj Agirbest: Ez û rap baş li hev dikin
Beril Caymaz
  • 3 Mayıs 2023 08:40

Rapa Kurdî ev 3 sal in di jiyana min da cîhekî mezin girtiye. Ez û rap baş li hev dikin. Ez rapê wek hevalekî dibinim, carna ji hevdû aciz dibin lê disa jî di dawîyê da em dibin yek. Dema her tişt xira dibe rap, min kefxweş dike.

Rapbêj Agirbest

Bestamî Taniş bi navê xwe yê din Agirbest yek ji stranbêjên Kurd e ku ji sala 2010ê ve stranên bi şêweyê Rapê dibêje. 

Agirbest li Wanê strana xwe yê yekem a bi navê ‘Were’ di sala 2010 da tomar kir û belav kir. Ew jî yek ji wan kesan e ku erdhêjê Wanê jiyaye. Û piştî erdhêjê ji ber pirsgirêkan dev ji mûzîkê berdaye. Rapbêjê ciwan di sala 2020 da dîsa dest bi mûzîkê kiriye. Û ne tenê stranan dibêje her wiha gotinan jî dinivîsîne.

Agirbest straneka nû ya rapê ya bi navê ‘Gazin’ derxistiye.

Rapbêj Agirbest di strana xwe ya nû ya bi navê ‘Gazin’ da balê dikişîne ser erdhêjên 6ê Sibatê û wiha dibêje:

Min îlhama xwe ji erdhejên herî dawî ku li Bakurê Kurdîstanê qewimî girt. Ji ber ku bandora erdhêjê li ser min zêde ye. Di destpêka stranê da piçek rexne, gilî û gazin hene. Di dawîyê da jî min piçek behsa bêkesbûn, bêdewletbûn û kêmasîya tifaqê kiriye.

Rapbêj Agirbest di nava 3 salan da, bi hevalên xwe ra 2 stranan û bi tena serê xwe jî 30 stranan çekiriye. Ew diyar dike ku di stranên xwe da behsa her mijarî dike.

Hemû cîhan dizane ku kurd di çi rewşê da ne, bêçand, bêmaf û bêwalat in. Ji ber vî yekê ez piranî behsa pirsgirêk û rewşa kurdên Bakurê Kurdistanê dikim, carna jî cîhanî dinerim û dinivîsînim. Peyvên herî zêde jî bi kar tînim tune ne. Ji ber ku ez behsa her tiştî dikim kurd, zarok, jin, xweza, jiyan, cîhan, yekîtî, azadî, derûnî… Li gor hestên min û rewşê, gotin tên guhertin.

Di çanda kurdî da cihê rapa Kurdî têra min nake

Rapa kurdî di çand û dîroka kurdî da cih negirtiye, ger cihekî wê hebe jî pir kêm e. Ev cihê kêm têra min nake. Armanca min ev e; Ez li hezkirîyên rapa kurdî digerim da ku di nav huner û çanda kurdî da cihekî xurt bi dest bixim.

Agirbest dibêje ku ji alîyê malbat û derdora wî da ji bo rapê carna reaksîyonên baş carna jî yên şaş digire û dibêje:

Dîsa jî em dibêjin serçavan û serseran, ji ber ku ev şêwazek nûjen e. Heya kurd rapê nas bikin dê gelek wext derbas bibe. Em nikarin her kesî bi rapê ve kêfxweş bikin lê em dikarin gelek tiştan biguherînin. Barekî pir giran li ser pişta rapêbêjan e, jîyan bi sere xwe dijwar e ger tu kurd û rapbêj bî, jî dijwartir dibe.

Pirsgirêkên me yên aborî pir in. Em tu derfetan nabînin ji bo çêkirina stranan û heya belavkirina li ser platformên dijital bi sere xwe dikin. Bi rastî çêkirina stranan pir zehmet e. Heya em berhemekî çêdikin û belav dikin em pir aciz dibin. Ji ber ku em tenê ne. Lê em bawer dikin ku dê rap bi hezkirina me mezin bibe.