Qeymeqamiya Cizîrê lîstika Mem û Zînê qedexe kiriye

08/03/2022

Qaymeqamiya Cizîrê, navçeya Şirnexê nîşandan lîstika şanoyê ya bi navê “Mem û Zîn”ê qedexe kiriye. Şermola Performansê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kiriye ku Qaymeqamiyê ji bo qedexeyê ti sedemek nîşan nedaye. 

Şermola Performansê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku wan ji bo 12ê Adarê lîstika xwe li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê nîşan bidin serî li Şaredariya Cizîrê daye û wan jî qebûl kiriye lê îro (6ê Adarê) Qaymeqamiyê bi rêya telefonê ji wan re diyar kiriye ku lîstika wan hatiye qedexekirin:

“Lîstika me ya Mem hu Zîn ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve bê sedem hat betalkirin. Lîstika Mem û Zîn, 12ê Adarê, roja Şemiyê li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê wê bihata lîstin, lewre afîş, broşur û dawetiye hatibûn şandin, bi alîkariya gelek saziyan danasînên medyaya civakî hatibûn parvekirin û 4ê Adarê jî kirêya salonê li ser hesabê şaredariyê hatibû razandin. Lê piştî du rojan (06.03.2022) Qeymeqamiya Cizîrê bi riya telefonê em agahdar kirin ku pêşandana lîstikê hatiye betalkirin.” 

Şermola Performansê bi derhêneriya Mîrza Metînî ev lîstik amade kiriye û ji 3ê Çiriya Paşiyê ya 2021ê û heta niha li Êlih, Amed, Riha û Qoserê, li ser hev 13 caran hatiye nîşandan.  Pelda Bal, Kenan Demîr, Ronhi Dildar lîstikvanên şanoyê ne û Zelal Angay dramatûrg e. Koreograf Arjen Brûsk e. Mîrza Metîn, derhênerê lîstikê ye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha Adarê diyar kiriye

Weşana paşê

Jina hunermend Aram Tigran, Sirvart Melikyan miriye

Te hay ji vê heye?

Mem û Zîn û Sînemaya Amûdê

Sînemaya Amûdê çima hat şewitandin? Zindana

Qedrê Qelemê

Li welatê me qelembidestên xîretkêş ji

Şermola Performans dê bo piştgirîya Dîwan Akademîyê li Amedê bilîze

Şermola Performans dê li Amedê ji

Şermola Perfomans dê bi ‘Our Displaced Stories’ê li pêşberî bîneran be

Mirza Metin û Hicran Demir dê