Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha Adarê diyar kiriye

Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha Adarê diyar kiriye
Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha Adarê diyar kiriye
Botan Times
  • 8 Mart 2022 07:53

Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh Amedê diyar bûye.

Wêjegeh Ameda ku du saliya xwe temam kiriye ji bilî li Amedê êdî wê li Mêrdîn û hin bajarên din jî bernameya li dar bixe.

Di “Roja Nivîskar” de, bi pirtûka “Edebîyata Devkî û Şêr” Şerefxan Cizîriyî wê bibe mêvanê Wêjegeh Kîtapê. Ev bername 12ê Adarê wê bi beşdariya Zeynep Yaşê pêk were. Dîsa 26ê Adarê wê di heman bernameyê de bi “Efsuna”yê jî nivîskar Aytenxan bibe mêvan.

Bernameya sêyan a “Roja Nivîskar” wê bi beşdariya dîroknas û wênesaz Ali Yaycıoğlu pêk were. Yaycioglû wê behsa pirtûka dawî ya İhsan Oktay Anarî bike.

Di nava meha Adarê de ji Swîsreyê û Norwêcê du nivîskar beşdarî bernameyan bibin. Nivîskarê Swîsrî Jonas Lüscher, ew ê di gotûbêja xwe ya yekem bi Elif Akkayayê re biaxive. Akkaya dîrektora weşanên Tekinê ye û wergera romana Lüscher ya bi tirkî ya bi navê “Barbarların Baharı-Bihara Barbaran” ji vê weşanxaneyê weşîyaye. Ev bername wê 19ê Adarê li Wêjegeh Amedê çêbibe.

Jonas Lüscher wê 20ê Adarê di gotûbêja xwe ya duyem de li Mêrdînê bi wêjehezan re bê cem hev.

Projeya wêjeya ku ji sînoran radibihure hevdîtinên xwe yên li derveyî sînoran didomîne. Vê mehê ji Osloyê, di çarçoveya bernameya mêvan de Simon Stranger wê were Amedê. Di rojên pêşîya me de, wê pirtûka wî ya bi navê “Aydınlığın ve Karanlığın Ansiklopedisi – Ansîklopedîya Tarîtî û Ronahîyê” bi zimanê tirkî biweşe û wê gotûbêja wî ya duyem 20ê Adarê li Mêrdînê çêbibe.

Wekî din jî, vê mehê, wê di çarçoveya projeya Wêjeya Ji Sînoran Radibihure de, Eyşana Beravî dê li Osloyê be û ew ê di hefteyekê de, wekî mêvana bernameyekê, behsa kurdî û nivîskarîya kurdî ji bo Norwecîyan bike. Bername wê 25ê Adarê de pêk were.

Di hevdîtina pêncan ya rêzegotûbêjên bi navê Çanda Kurdî Ya Sovyeta Berê De, Salihê Kevirbirî wê bi mêvanên xwe Aslîka Qadir, Bêlla Stûrkî û Têmurê Xelil re, li ser keda Xelîlê Çaçan ya 100 salî ku digel malbata xwe ji bo Kurdî daye, biaxive.

çavkanî: Bianet Kurdî