Partîyên sîyasî namzetên xwe dîyar dikin

Partîyên sîyasî yên ku dê beşdarî hilbijartinên parlamenterî û serokkomarîyê bibin namzetên xwe diyar dikin.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

16:50

Ferît Şenyaşarê ku 4 sal in li Rihayê nobeda Edaletê dimeşîne û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag li heman bajarî di hilbijartinên parlementoyê da tên hemberî hev.

Şenyaşar ji lîsteya Partiya Çep a Kesk di rêza 4an da namzet e, ji lîsteya AK Partiyê jî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag di rêza yekemin da bûye namzet.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

14:30

Parlementerê berê yê AK Partîyê Galîp Ensarîoglu cardin ji Amedê bûye namzet.

Ensarîoglu ji rêza yekem da ketiye lîsteya AK Partîyê.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

14:08

Lîsteya namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çep a Keskan eşkere bû.

Hevberdevka Partiya Çep Çigdem Kiliçgun ji Stenbolê û Hevberdevk Îbrahîm Akin jî ji Îzmîrê

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek ji Stenbolê

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li Amedê di serî lîsteyê de ye.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Mêrdînê û

Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir jî ji bajarê xwe li Êlihê bû namzet.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di serê lîsteyê de li Wanê 

Hevseroka Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar di serê lîsteyê li Rihayê bû namzet.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

13:51

Jina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hat qetilkirin, Turkan Elçî ji Stenboê bû namzetê parlamenteriyê yê CHPyê ya rêza 3yemîn.

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

13:40

Îyî Partîyê jî lîsteya xwe ya namzetan teslîmî Lijneya Bilind a Hilbijartinan kiriye. Li gor Gazete Duvarê 11 wekîlên dîsa bûyîn namzet ev kes in:

Koray Aydın (Ankara 1 – 1)
Şenol Sunat (Manisa 1)
Yasin Öztürk (Denizli 1)
Aylin Cesur (Isparta 1)
Müsavat Dervişoğlu (İzmir 1)
Dursun Ataş (Kayseri 1)
Lütfü Türkkan (Kocaeli 1)
Fahrettin Yokuş (Konya 2)
Metin Ergun (Muğla 1)
Ümit Dikbayır (Sakarya 1)
Erhan Usta (Samsun 1)

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

13:34

Wezîrê Gihandin û Binesazîyê, Adil Karaismailoğlu – Trabzon

Wezîrê Karên Navxweyî, Suleyman Soylu – Stenbol

Wezîrê Xezîne û Maliyeyê, Nurettin Nebati – Mêrsîn

Wezîrê Karên Derve, Mevlud Çavuşoglu – Antalya

Wezîrê Edaletê, Bekir Bozdag – Rûha

Wezîrê Parastinê, Hulusî Akar – Qeyserî

Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan