Sazkirina Sînoran: Hevsengkirina Jiyanê û Xurtkirina Têkilîyan

Sazkirina Sînoran: Hevsengkirina Jiyanê û Xurtkirina Têkilîyan
Sazkirina Sînoran: Hevsengkirina Jiyanê û Xurtkirina Têkilîyan
Canan Yalçın
  • 9 Nisan 2023 08:47

Em di her warê jiyana xwe de bi mirov û bi bûyeran re mijûl dibin. Ji bo ku em di kar, hevaltî û têkiliyên malbatî de an jî di têkiliyên romantîk de serkeftî bin divê em sînorên xwe saz bikin. Sînor, qaîdeyên kesane ne ku dîyar dikin mirov çawa bi hevdu re têkilî daynin û çi cure tevger têne pejirandin. Di vê gotarê de ez ê behsa ka sînor çi ne, çima ew girîng in, û meriv wan çawa saz dike û diparêze bikim.

Sînorên saxlem, hurmeta kesane jixwe û yên din re nîşan dide. Sînorên baş diyarkirî, rê dide ku mirov fêm bikin ka kîjan tevger têne pejirandin û kîjan nayên pejirandin. Lêkolîn nîşan didin ku asta stres û metirsiyê di mirovên xwedî sînorên saxlem de kêmtir e û ew baştir bi pevçûn û rewşên dijwar re li ber xwe didin (Katherine, 2000).

Nebûna sînoran jî, dikare bibe sedema windakirina kontrolê, stresê û ansiyeteyê. Ji aliyê din ve dibe ku bibe sedama îstîsmarkirina  kesên li hemberî me. Ji ber vê yekê, girîng e ku meriv sînorên tendurûstî saz bike û biparêze.

Di avakirina sînoran de divê di serî de em hewcedarî û nirxên xwe fehm bikin. Li ser aliyên jiyana xwe yên ku hûn dixwazin biparêzin,bifikirin û sînorên ku hûn hewce ne destnîşan bikin. Çend pêşniyar ji bo avakirina sînorên saxlem:

Zelal û spesifîkbûn: Bi eşkerekirina sînorên xwe ve dîyar bikin ka kîjan tevger têne qebûl kirin û kîjan nayên qebûl kirin. Mînak, “Ez naxwazim li ser medyaya civakî li ser siyasetê nîqaşan bikim” bi hevokek wekî vê, hûn sînorên xwe bi zelalî bidin zanîn. 

Yêkdengbin: Lihevhatîyî mifteya parastina sînoran e. Ji bo rêzgirtina sînorên ku we danîye, hûn û yên din berpirsiyar in. Ger ku sînorên we bêne binpêkirin, sînorên xwe, jixwe û yên din re bibîrbînin. Ji bîr nekin ku mafê we heye ku hûn tenduristiya xwe ya hestyarîyê biparêzin. 

Hêviyên realîst saz bikin: Di wê hêviyê de nebin ku herkes rêzê li sînorên we bigre. Bizanin ku hin têkilî dibe ku hewceyî sererastkirin bin, hinek jî hewceyê veqetandinê ne.  Ji bo van rewşa amede bin û di dilsoziya xwe ya ji bo xweşiya xwe de domdar bin.

Sazkirina sînoran, carinan dibe ku ji alîyê hin kesên din ve tûnd were hesibandin. Dema ku hûn sînorên xwe îfade dikin, pêwendiyek zelal, rêzdar û têgihiştî bikar bînin. Da ku kesên din vê tevgera we tund an jî hov nebînin.Li şûna ku hûn bêjin “Tu qet guh nadî min”, hûn dikarin bibêjin “Dema ku ez hêstên xwe parve dikim, ez hêst dikim ku li min nayê guhdarîkirin û ez hewceyî zêdetir baldarbûna te me”. 

Sazkirina sînoran, tenê nîvê pêvajoyê ye; ji bo domandina wan hewildanek berdewam û xwenasîn hewce dike. Dem bi dem hewcedarî û nirxên we dibe ku bêne guhertin, wan ji nû ve binirxînin û li gorî wê sînorên xwe rast bikin. 

Ger ku hûn, her car  hewcedariyên kesên din ji yên xwe qimettîr bibînin, dibe ku dema hûn sînorên xwe saz dikin, xwe sûcdar an jî xweperest hîs bikin. Bizanin ku, rihetîya we girîng e û hûn hêjayî rêz û qedirdayînê ne.Dema ku hûn di pêvajoya sazkirin û domandina sînoran de hewceyî  teşwîq û rêberiyê bin, hûn dikarin, ji hevalên pêbawer an jî ji terapîstek alîkariyê bistînin.

Ji bo parastina sînoran, hewcedariyek din ya girîng jî ew e ku hûn bikarin bibêjin “NA”. Bînin bîra xwe ku redkirina daxwaze an danîna sînorekî we nake mirovek xirab; ew bi tenê girêdayîbûna we ya ji lênihêrîna we û xweşbûna hestyarî ya we nîşan dide.

Di encamê de, sazkirina sînorên saxlem, xwebaweriyê zêde dike û ji me re dibe alîkar ku em têkiliyên bêtir watedar û realîst ava bikin. Danîn û domandina sînoran dikare bi tirs be, lê ji bo rêz girtina keseyata xwe û yên din û tekîlîyên domdar divê sînor werin sazkirin. Bi têgihiştina hewcedariyên xwe hûn dikarin sînorên ku piştgirîya pêşveçûna we ya kesane û hevsengiya hestyarî dike sazbikin. Sînorên me rûmeta me ne.

Çavkanî:

Katherine, A. (2000). Boundaries: Where You End and I Begin— How to Recognize and Set Healthy Boundaries. Hazelden Publishing.