Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Partîya Gelecekê: Divê şaredarî di nava sînorên xwe da xweser bin!

23/03/2023

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Ji hilbijartinên giştî û yê serokkomarîyê ra du meh mane.

Partîyên sîyasî jî hêz dane xebatên xwe.

Dengê hilbijêrên Kurd jî wekî gelek hilbijartinan di vê hilbijartinê da jî biqîymet û stratejîk e. 

Partîyên sîyasî ji bo Kurdan çi wehd dikin û dê çi bikin? Di bernameyên xwe da çawa cîh didin Kurdan?

Li ser vê mijarê em her hefte li derîyê partîyeke siyasî ya li bajarê Amedê didin.

Vê hefteyê em bûn mevanê Partîya Gelecekê.

Serokê Partîya Gelecekê yê bajarê Amedê Aydin Altaç li ser vê mijarê bersiva pirsên Botan Timesê da. 

Di dîroka Komara Tirkîyeyê ya sedsalî da pirsgirêka herî girîng û bingehîn pirsgirêka Kurd e. Em vê meseleyê dibînin û em dibêjin, ’emê çareser bikin.’

Aydin Altaç

Aydinî li ser çareserkirina meseleya Kurd jî van rê û rêbazan parve dike;

Mafên Kurdên li Tirkîyeyê dijîn divê di warê zagonî da bên parastin.

Pirsgirêk dîyar e.  Divê pênaseya hemwelatîbûnê bê guhertin. 

Perwerdehîya zimanê zikmakî mafeke bingehîn e û astengîyên li pêş wê divê bên rakirin.

Zimanê dayikê divê li sazîyên dewletê jî bê axaftin.

Aydin Altaç

Wî dîyar kir ku ewê ji Amedê parlementeran derbixînin û pirsa Kurd di bin sîwana parlementoyê da çareser bikin.

Rêveberîyên herêmî divê bên xurt kirin

Serokê Partîya Gelecekê yê Amedê Aydin Altaç bal dikişîne ser girîngîya reveberîya heremî û dibêje;

Divê şaredarî di nava sînorên xwe yên xizmetê da xweser bin.

Ev yek ji bo berjewendîyên welatîyan e.

Me di erdhêjê de dît ku ger biryar tenê ji yek navendêke bê girtin rê li ber problemên mezin vedike.

Divê şaredarî ji rêveberîya navendî pir bi bandortir û xwesertir be.

Aydin Altaç

Aydinî dîyar dike ku di hilbijartinan da kîjan partî bi ser bikeve û şaredarî ji alîyê kijan partîyan ve bê birêvebirin, divê bê pişgirî kirin.

Partî çi wextî hate damezrandin?

Partîya Gelecekê di 12ê Kanûna 2019an da di bin serokatîya Ahmet Davutoglu da hate damezrandin.

Ji wê salê ve di qada sîyasetê da bi awayekî aktîf kar dike.

Partî di nava tifaqa miletê da cîh digre û dê cara yekem bikeve hilbijartinan.

Edîtorî: Yonca Sarsilmaz

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û