Pall Weşanê dest bi çalakîya xwe ya meşê kiriye

Pall Weşanê dest bi çalakîya xwe ya meşê kiriye
Pall Weşanê dest bi çalakîya xwe ya meşê kiriye
Beril Caymaz
  • 18 Nisan 2023 08:29

Wêne: Lezgîn Kitêbçiyan

Pall Weşanê dest bi çalakîya xwe ya meşê kiriye. Weşanxaneya Pallê hefteya borî bi rêberîyê Medenî Yetîşenî li Bahçeyên Hevselê yekemîn çalakiya xwe ya bi navê “Pall Meşan” pêk anî.

Berpirsê weşanxaneyê Înan Eroglu li ser “Pall Meşan” ê ji Botan Timesê ra axivî.

Erogluyê got ku bi vê rêzeçalakîyê ra xwest ji çalakîyên di nav çar dîwaran da cudatir bin û pêwendîya wan zêdetirî di nav qad û xwezayê da be.

Asêmayîna di mekanên sînorkirî da mijar û têgihiştinên me jî bi sînor dike, loma meriv çiqas temasî mekanên cuda û derve bike, rojeva meriv jî ewqas cuda û rengîntir dibe. Çalakîyeke wisa derfeteke baş e bo vê yekê, û helbet, bo sihetê jî.

Înan Eroglû, Berpirsê Pall Weşanê

Yek ji armancên Pall Weşanê ew e ku zêdetir pêwendîyê bi derve ra dane û bigihîje mirovên li derveyî qada me ne. Bernameyeke wisa pêwendîya me xurtir dike. Û mijar û axaftinên me yên ku di nav çar dîwaran da kişiyane kozika xwe, li mekanên cuda yên Diyarbekirê, Kurdistanê digerin û em derdikevin nav rêwîtiyekê ber bi hafizeya vî bajarî, vî welatî.

Înan Eroglû, Berpirsê Pall Weşanê

Inan Erogluyê got ku ew bernameya ewil wek bernameyeke ceribandinê bû û bi awayekî spontan bi rê ve çû ye. Di bernameyê da mêvanekî taybet û mijar û temayeke diyarkirî nebû ye lê tevî van bi vê çalakîyê ra beşdaran bi eleqeyeke xweş bertek dane.

Di bernameyê meşê da beşdaran li ser mijarên dîrok, xweza, bajarvanî û ji gelek mijarên cuda axivîn. Pall Weşanê dê di bername xwe yên din da mêvanên taybet û mijar û temayên xwe yên cuda çalakîya xwe pêk bînin.

Erogluyê da zanîn ku dê bûyerên wiha berdewam bikin û li cih û warên cuda pêk werin.

Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.