Riha: Kurdên rayên xwe didin îqtidara AK Partîyê

17/04/2023
Wêne: Omer Faruk Baran / Riha, Nîsan 2023

Riha, bi navê xwe yê resmî Şanlıurfa, bi mîlyonan deng bo partîyên sîyasî depoya dengan e. Ev bajarê têde Ereb, Kurd û Tirk dijîn ji berê de ekserî nêzîkî partîyên li îqtidara Tirkîyê disekine. Li vî bajarî tesîra tradîsyona partîyên pro-Kurd têra xwe heye. Lê hinek Kurdên vî bajarî ji serê salên 2000î vir ve heyranên Recep Tayyîp Erdogan û partîya wî AK Partî ne.

Wêne: Omer Faruk Baran / Riha, Nîsan 2023

Li benda axaftina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan. Heyranên wî yên li mîtîngeka Riha bi awayekî rind xuya, navsere û kal û pîr in.

Wêne: Omer Faruk Baran / Riha, Nîsan 2023

Ew navsere, kal û pîr dibêjin hem jiber rêberîya wî hem jî jiber naskirina heqên Kurdan ew ji Erdogan hez dikin.

Wêne: Omer Faruk Baran / Riha, Nîsan 2023

Li gor heyranên Erdogan, kesên ji Tirkîyê û beyraqa wê hez dikin gerek e li ser şopa wî bin.

Wêne: Omer Faruk Baran / Riha, Nîsan 2023

Heyranên Erdogan bo wî dibêjin ”Reîs”. Li Riha li Whatsapp û Instagramên navsere û kal û pîran fotograf û vîdyoyên bi hezkirina ”Reis” dagirtî çerx dibin.

Wêne: Omer Faruk Baran / Riha, Nîsan 2023

Li ser bînayeka beledîyeyê, li ber minareyekê, bi gotinên referansa xwe ji straneka Riha digirin bi Tirkî mealen ”Em ji berê de Rihalî ne, bo Reîs sewdalî ne” hatiye nivîsîn.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Weşana berê

Conniya Almanî êdî Dilşa ya Kurdî ye

Weşana paşê

Di çapemenîya cîhanê da hilbijartinên Tirkîyeyê: Êdî ne xeyal e!