Lîstika “Seyrana Li Çeper” wê di navbera di 16-17 Adarê de li Îzmîrê derkeve ser dikê.
Şano dê li Navenda Çandê ya Nazim Hikmetê bê lîstin.
“Seyrana Li Çeper” meha borî lî Îzmîrê dê bihata lîstin. Ji ber erdhêja 6ê Sibatê lîstik hatibû betalkirin.
Seyrana li çeper (1954) bi şêwaza grotesk, ji aliyê Fernando Arrabal ve hatiye nivîsandin û Aydin Rengîn wergerandiye, lîstikeke li ser bêwatebûna şer e. Wext ne diyar e. Dê û bavek dixwazin li çeper bi kurê xwe re seyranê bikin. Piştre bi leşkerekî dijmin re bûyerên ku tê serê wê malbatê em dibinin.
Arrabal nivîskarekî ku ji zarokatiya xwe ve şahidê şer bûye, tercîh dike ku bêwatebûna şer bi awayekî mîzahê û bi absûrdî bide nişandan.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.