10 sal ceza li Xwediyê Xelata Nobelê birîn
Li Belarusê xelatgirê Xelata Nobelê yê Aştiyê aktîvîst Ales Bialiatski bi 10 sal cezayê hepsê hat cezakirin.
Diyarname
Qeyrana postmodernîzmê
Welatên Rojhilat di nîzama siyasî ya cîhana nûjen de her ku diçe roleke girîng dilîzin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku bala xwe bidin nîqaşên teorîk û metodolojîk ên ku di van demên dawî de di hawîrdora lêkolînên dîrokî û rojhilatnasiyê yên navxweyî de û her wiha di nav pisporan de pêş ketine. Têkiliyên navneteweyî û lêkolînên rojhilatnasiyê yên di vî warî de bi awayekî kevneşopî di bin bandora metodolojiya zanista dîrokî de ne. Li gorî vê yekê, her çiqas di nav dîsîplînê de bûn jî, ew ji pirsgirêkên ku dîrok pê re rû bi rû ne, ji wan derbas nebûn.
Xwebûn
“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”
Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt.
Bi hezaran avahiyên li bajar zirar dîtin.
Kesên di wan avahiyan de dijîn jî niha di konan de hewila jiyanê didin.
Konên di nava bajar de yê parkan hatin avakirin niha yek bi yek tên rakirin.
Rayedarên hikûmetê li rex Çemê Dîcleyê konbajarek ava kirine û dixwazin hemû kesan di wan konan de bi cîh bikin.
Avakirina konbajarê û bi cîhkirina mexdûran li bajar bû sedema gengeşîyek.
Li gor pisporan avakirina cihê konbajarê gelek xeter e.
BotanTimes
Malpera PerxudresPodcastê dest bi weşanê kir
Xwediyê malpera perxudrespodcast.com ê Omer Faruk Baran derheqê malpera xwe de wiha dibêje;
Dem baş guhdarên hêja! Vira Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê notên xwe yên ser kultur, sanat û edebîyatê radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li kû bin bi dengê xwe bi we re me.
Perxudres Podcastê bi van gotinan di Adara 2022yan de li ser platformên podcastan dest bi weşanê kir û di demeke kin de di nav xwendekar, rojnameger, edebîyathez, sînefîlm û meraqlîyên muzîkê de deng da û xelat sitand.
Çandname
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.