Ne milyon û milyoner ne partî û rêxistin li pişta me ne, me tu heyî, bibe aboneyê/a me 

Botan Internationalê bi fonên navneteweyî di salekê de zêdetirî hezar û sê sed nivîsên Kurdî li malpera botantimes.com weşandine û zêdetirî milyonek TL wek telîf daye. Hemî nivîs ji bo xwendevanên me belaş in lê ji ber wextê fona me temam bû û me ti dahatên dî nînin em hewceyî piştgirîya te ne.

Çar sal in em karê perwerdeya rojnamegerîya Kurdî, piştgirîya derûnî û piştgirîya teknîkî û dayina studyoyê bi fonên ji RSF, EED û Weqfa Chrestê pêk tînin. 

Me perwerde daye 367 beşdaran, 67 kargeh pêk anîne û bi tenê li çar mehên dawiyê li stûdyoya me rojnamegeran 261 bername ji xwe re qeyd kirine. 

Li Botan Timesê îsal 170.000 xwendevanên me çêbûne.

Kovara Ronahîyê ya Mîr Celadet Alî Bedirxanî nimûneyeka bêhempa ye ku em li ser rêça wê diçin. 

Mîrê Botanê pêşiyê ji bo derêxistina Hawar û Ronahîyê fon ji Fransa û Ingilîztanê standibû paşê ji xwendevanên xwe xwestibû ew bibin aboneyên kovaran. Me jî bi fona Fransa û Ingilîztanê dest pê kir û em jî ji xwendevanên xwe dixwazin bibin aboneyên me. 

Dinyaya medyayê guherî, piranîya medyayê bû dîjîtal lê parastina Kurdî û Kurdînîyê hê jî li ser milê me ne. Keda Kurdî kedeka pîroz e û heqê wê bê dayin ev xebat bihêztir dibin. 

Em rewşa Kurdan û qelsîya ji bo xwendina Kurdîyê dizanin, ji ber wê em xwendinê nakin pereyî lê me xwest haya te jê hebe ku me tu heyî û em hewceyî piştgirîya te ne.

Ji bo bibî abone qumçika li jêr bitikîne.

Şîrove bike