Reqso yek ji stranbêjên kurd e ku ji sala 2010ê ve stranên bi şêweyê Rapê dibêje. Ew dibêje girseyeka guhdarên rapa kurdî heye. Ew ciwan, hişyar û zana ne û civata mezinan qîmetê wan nizane.

Dema min cara pêşiyê bi “Rapper”ên kurd re hevpeyvîn kirin min ji Reqso pirsîbû gelo ez ji bo wan bibêjim “rapbêj” dê bê fêmkirin an no. Gotibû “bêje û pîyaseyê tevlihev bike.” Îro dibînim ku ew gotin belav bûye û ew ê dîsa ji bo wan “rapbêj” binivîsim.
Guhdarên me bikarhênerên Tiktokê ne!
Nifşê nû guhdarîya me dikin. Piranîya guhdarên me yên bi me re diaxivin di emrên 20-30 saliyê de ne. “Nifşê Zyê” guhdarên me ne. Civata mezinan wan kêm dibînin. Qîmetê wan nizanin û welê difikirin ku wan hay ji dinyayê nîne. Lê na! Ne welê ye! Wan hay ji her tiştî heye lê naxwazin xwe bixin di minaqeşeyên mezinan. Ew dixwazin bi nasnameya xwe ya kurd bi zimanê xwe kurdî hebin.
Reqso
Kêm rapbêj hebûn

Dema min dest pê kirî gelek kêm nimûne hebûn. Kesên wek Serhado hebûn… Lê vê gavê gelek kesên bi rapê ve mijûl hene. Gelek ciwan têne pirsa xwe ji me dikin. Ev min gelekî keyfxweş dike. Xeyala min ew e ku ciwanên kurd feyza xwe ji stranbêjên tirk negirin û bi zimanê tirkî karê xwe nekin.
Reqso
Reşikên me

Yên guhdariya min dikin “reşik” in. Reşik ew kes in ku tembeliyê nakin. Çalak in û hewil didin tiştekê bikin. Ji bo wan slogana min ev e:
Bijî diranên sexî
Bijî werzîş
Bijî masûlke
Bijî jiyanek tendûrist!
Reqso
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.