Maddeyên hişber jiyana Barişî çawa têk bir?

20/01/2023

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Young emotional man in need of help sitting in a sad dark street setting

“Dema ku di 9 saliya xwe de diçûm dibistana seretayî  ji ber pirsgirêkên malbatî ketime depresyonê.  Li tiştekî digeriyam ku xwe lê bigirim, li ser pêşniyara hevalên xwe min dest bi tiryakê/maddeyên hişbir kir.”

Çîroka Barişî û maddeyên hişber bi vî awayî dest pê kiriye.

Li gor lêkolîna, sala 2015ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kiriye li bajarî 75 hezar kes mûptelayên maddeyên hişbir in. 15 hezar kesan jî metamfetamîn bikar anîne.

Ji her sê mûptelayan yek dibêjin ji ber dema koçberîya mecbûrî (şewitandina gundan, cerdevanbûna gundîyan… hwd) kesên ji mal û warên xwe bûyîn ketine vê rewşê.

Rapora Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê

Min xwe winda kiribû

Yek ji wan mûptelayan Bariş e ku niha di 20 saliya xwe de ye û li Sûrê di kargehekê de dixebite. Malbata Barişî 11 sal berê ji gundê xwe koçî Amedê kirine. 

Barişî demên xwe yên mûbtelabûnê ji Botan Timesê re got:

Ez piştî vexwarinê diçûm malê, malbata min li çavên min dinêrîya çavên min tijî xwîna sor dibû.  Min xwe winda kiribû. Min bi malbata xwe re şer dikir. Ez ne li ser hişê xwe bûm. Êdî min laşê xwe diêşand min jiyana xwe, mektep û malbata xwe ji ber wan maddeyan winda kir.  

Dema ku min ev yek fêm kir min soz da xwe ku ez ê êdî bi kar neanîn im. 

Bariş

Pêvajoya min a devberdanê jî ne hêsan bû. Lê min xwe ji her kesî dûr xist. Min dev ji dîtina hevalên xwe jî berda. Wê çaxê êdî ji bo xwendinê jî dereng mabûm lê min kar girt û giranî da ser karê xwe.

Herî zêde Dersîm Dag, parlamentera Amedê di vê pêvajoyê de bû alîkara min. Me li parqê vedixwar hat cem me û rê nîşanî me kir. Min guh da wê. Paşê pêvajoya başbûnê dest pê kir.

Bariş

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û