Muzîkjen Mazlum Yerlîkaya dawî li jiyana xwe anî

26/02/2023

Hate gotin ku muzîkjenê ji Amedê Mazlûm Yerlîkaya bi çek dawî li jiyana xwe aniye.

Yerlîkaya yê ku demekê solîstê koma muzîkê ya Kolan bû, roja Şemiyê li Amedê di nav otomobîlekê de bi çek xwe kuştiye.

Berpirsiyarê Çapemeniyê yê Klûba Amedsporê Şaban Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî agahiya xwekuştina Mazlûm Yerlîkayayê ragihand.

Wî di peyama xwe de got, “Di bihara jiyana xwe de, tam dema ku amadekariyên zewacê dikir… Me yê te wek zava bidîta… Ji min re bêje birayê min ê dengxweş kîjan sedemê mala me ya ku dê biba cihê dawetê kir cihê şînê?”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

ZINDÎ- Roja 21emîn ya erdhêjê

Weşana paşê

Pervîn Çakar: 14ê Adarê de albûma nû derdikeve