ZINDÎ- Roja 21emîn ya erdhêjê

26/02/2023

Erdhêja Mereşê 21 rojan li du xwe hişt.

Erdhêja ku 10 bajaran wêran kir heta niha 40 hezar zêdetirî mirov jîyana xwe ji dest da.

Ji NYyê bo herêmên erdhêjê daxuyanî

Rêveberê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî David Beasley, serdana Antakyayê kir.

Beasley, di daxuyaniya xwe ya piştî serdanê de, tiştên ku wî li herêmê dît wekî “Kiyamet” binav kir.

“1453 zarok radestî malbatên wan hatin kirin”

Wezareta Malbat di derbarê zarokên piştî erdhêjê bêkes mane daxuyanî belavkir.

Wezaret di derbarê wan zarokan de van daneyan parve kir;

“1900 zarokên me yên bêkesên ku ji bin xirbeyan hatin derxistin.
1453 zarok radestî malbatên wan hatin kirin, 108 zarok jî li stargehan e.
Pêvajoya tedawiya 339 zarokên me tê şopandin.
1817 zarokên me yên nasname û 83 zarokên me jî ne diyar in.”

Rapora erdhejê: Li 3 bajaran rîsk zêde ye

Akademîsyenên Beşa Endezyariya Jeofîzîkê ya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Dokuz Eylûlê li ser erdhêja Mereşê rapora xwe ya destpêkê aşkere kirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku xetereya erdhejê li Semsûr, Meletî û derdora wê û li Dîlokê û derdora wê bilind e.

Piştî erdhejê 184 kes hatin binçavkirin

Di encama lêpirsînên ku piştî erdheja Mereşê hatin destpêkirin de, hat ragihandin ku 184 kes hatine binçavkirin.

Erdhêjên biçûk dê berdewam bikin

Prof. Dr. Şukru Ersoy got, “Hejmara erdhejên ku diviyabû di 4,5, 5 mehan de li Tirkiyeyê çêbibûna di 3 hefteyan de pêk hat. Em li bêndêne ku erdhêjên biçûk heta du salan berdewam bikin.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Zêdetirî 800.000 kesan ji cihên erdhêj lê çêbûyî bar kirine

Weşana paşê

Muzîkjen Mazlum Yerlîkaya dawî li jiyana xwe anî

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû