Mîrza Metîn dê ‘antolojîyeka şanonameyên kurdî yên hevçax’ amade bike

Mîrza Metîn dê ‘antolojîyeka şanonameyên kurdî yên hevçax’ amade bike
Mîrza Metîn dê ‘antolojîyeka şanonameyên kurdî yên hevçax’ amade bike
Beril Caymaz
  • 28 Nisan 2023 13:01

Hunermendê Şanoya Kurdî Mîrza Metin dê antolojîyeka şanonameyên kurdî yên hevçax bi navê ‘An Anthology Of Contemporary Kurdish Drama’ amade bike. Antolojîya Kurdî dê bi zimanê ingîlîzî ji alîyê weşanxaneya Amerîkî ya Laertes Books were çap kirin.

Mîrza Metînî li ser vê yekê pirsên me bersivand.

Armanc û naveroka wê projeyê çi ye?

Ev xebateke antolojîya şanonameyên kurdî ye. Min di dema pandemîyê da peymaneke çêkiribû ligel weşanxaneya Laertes Books ku li North Carolina ya Amerîkayê kar dike, ji bo edîtorîya antolojîyeke şanonameyên kurdî yên hevçax amade bikim. Navê antolojîyê dê “An Anthology Of Contemporary Kurdish Drama” be û ji bo cîlda pêşîn ezê ji 7 nivîskaran 7 şanonameyan berhev bikim.

Laertes Books weşanxaneyeke serkeftî û serbixwe ye û armanca wê wergerandina edebîyata deverên dûr e. Helbest, roman û şanonameyan werdigerîne ji zimanên Ewropî û Asyayî û Afrîkayî bo Ingilîzî. Her wiha antolojîyên helbest û şanonameyan jî amade dikin. Laertes Books, di sala 2019an da ligel min peywendî danîbû, bi pêşnîyara Özlem Karadağ û Özge Ertem ku edîtorîya antolojîyekê din dikirin ji bo weşanxaneyê. Wê çaxê edîtora weşanxaneyê Nina Kamberos xwestibû ku lîstika min a “Dîsko 5 No’lu” ji kurdî ji bo ingilîzî bide wergerîne û biweşîne. Di dawîyê da lîstik ji alîyê Nicholas Glastonbury ve hat wergerandin û berga kitêbê jî hat çêkirin. Ji ber hinek sedeman weşana kitêbê derengî ket. Dû re piştî hinek danûstendinan Nîna Kamberos biryar da ku navê min jî tevlî lîsteya nîvîskarên weşanxaneyê bike û şanonameyên min ên din jî pê de biweşîne. Niha 17 heb şanonameyên min hene û Laertes Books dê 6 ji wana wergerîne ingilîzî û biweşîne. Li ser van geşedanan, di serdema pandemîyê da min pêşnîyara antolojîya şanonameyên kurdî biribû ber Nîna û ew jî bi dilxweşî û bi kelecanî qebûl kiribû. Ji wê çaxê ve ez ji nivîskarên cuda şanonameyan berhev dikim.

Antolojî dê çend cîlt be û kengî bê çapkirin?

Ji bo vê gavê emê tenê cîldekî amade bikin. Me cîlda duyem û sêyem jî wek nîyet danîye pêşîya xwe lê emê piştî çapa cîlda yekem cardin binirxînin. Vêga ji bo çapa cîlda yekem dîrokeke diyar tuneye. Ji ber ku bijartina metnan, proseya wergerê û edîtorîyê û berg û mîzanpajê pir wext digirin. Wisa hêvî dikim emê bigihênin sala 2024an.

Ev proje dê di şanoya kurdî da cihekî çawa bigire? Ji weşanxaneyaka îngilîzî weşandina antolojîya şanoya kurdî dê tesîrekî çawa li şanoya kurdî bike?

Ev xebat şenseke pir mezin e. Dê şano û şanonûsîya kurdî berê xwe bide cîhanê. Û belkî piştî sînemaya xwe û qehremanîyên xwe yên sîyasî di warê şanoyê da jî xuyanî bibe. Li hemû cîhanê berhemên şanonûsên girîng bi riya wergerê berbelav dibin û li welatên cuda, bi zimanên cuda deng didin, digihêjin bînerên curbecur ên cîhanê. Lewma ev antolojî ji bo me derfeteke pir mezin û pir girîng e. 7 şanonûsên kurd dê bi riya weşanxaneyeke girîng dengê xwe bidin hemû cîhanê. Ji ber ku ingilîzî -her çiqas “goristana zimanan” be jî- zimaneke hevpar e û hemû şanogerên cîhanê bi riya vî zimanî danûstandin û hevkarî û peywendîyan çêdikin, metnên gelên din dixwînin, ji hevdu agahdar dibin. Şanogerên meraqdar ên cîhanê bi rêya vê antolojîyê dikarin derbarê şanoya kurdî da, di derabarê mijar û şêwazên nivîsandina şanoya kurdî da piçûk be jî xwedî agahî bibin. Wisa hêvî dikim ev antolojî potansîyela peywendîya şanoyên cîhanê û yên kurdî zêde bike. Ev îhtimal heye ku sibê û dûsibê şanoyeke an jî derhênereke/î Amerîkî, Ewropî an jî Asyayî lîstikên antolojîyê bixwîne û belkî bixwaze yek ji wan lîstikan derxîne ser dîwana şanoyê, ango raxîne ser sehnê. Wê çaxê dê ev xebat bigihêje lutkeya armanca xwe. Ez bi hêvî me. Tiştekê din, ji ber ku sektora şanonûsîya kurdî tuneye şanonûs û nivîskarên kurd bi berdewamî berhemên şanoyê nadin. Wisa hêvî dikim ku ev antolojî û xebatên bi vî rengî dê bibin motîvasyon ji bo şanonûs û nivîskaran da ku bi berdewamî berhemên şanoyê bidin.

Ev bû 5 sal in ez xebatên navnetewî dimeşînim da ku bikaribim di navbera şanoya/şanonûsîya kurdî û ya cîhanê da pireke ava bikim. Lewma min berî 5 salan bi pêşnîyara Domînîque Dolmîeu (wê çaxê serokê Eurodramê bû) komîteya Kurdî ya Eurodramê ava kir ku Eurodram di dora 30 zimanan da xebatên wergera dramayê dimeşîne. Bi saya xebat û bijarteyên komîteya kurdî, haya komîteyên zimanên din ji şanonameyên kurdî çêdibe û elaqeyekê mezin nîşan didin. Di dahatuyê da dê hinek şanonameyên kurdî ji bo Fransî û ji bo çend zimanên dîtir ên Ewropî jî bên wergerandin û bên weşandin.

We ev lîstik çawa û di çiqas wextê da berhev kiriye?

Di sala 2019an vir ve hewl didim ji her çar parçeyên Kurdistanê şanonameyên kurdî/kurmancî yên hevçax berhev bikim û ji bo cîlda pêşîn 7 ji wan bibijêrim. Mixabin ji ber ku him ez zaravayên din nikarim bixwînim û him jî ji ber zehmetîya dîtina wergêran, dê antolojî tenê ji wergerên şanonameyên zarawaya kurmancî pêk were. Heta niha min dora 50 heban şanoname berhev kirine û hê jî berhev dikim. Heta payîzê ezê xwendinên xwe xelas bikim û bijarteya xwe bişînim ji bo wergerê. Ezê gelekî kêfxweş bibim ku nivîskarên ku haya min ji şanonameyên wan tuneye, berhemên xwe heta meha Tebaxê bişînin maîla min. Ezê bi meraq û bi kêfxweşî şanonameyên wan bixwînim. Ji bo baldaran maîla min ev e: [email protected]

Tişteka tu dixwazî lê zêde bikî heye gelo ?

Divê binê çend xalan xêz bikim. Helbet ez li gor qistasên xwe yên şanûsîyê ku him ji tecrûbeyên min ên nivîskarîyê tên him jî ji formasyona min a zanîngehê tên, metnan dibijêrim. Divê ez li vir destnîşan bikim ku min Zanîngeha Stembolê, beşa Dramaturgî û Rexnagirîya Şanoyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kiriye û ji 15 salan zêdetir e şanonameyan dinivîsim û di vî warî da kargehan çêdikim. Lewma divê ez destnîşan bikim ku, ev antolojî ne pêşbirkek e; şanonameyên ku ez dê bibijêrim “bijarteya şanonameyên herî serkeftî” be ne, dê “bijarteya qistasên min ên şexsî” be ku min pîvanên zanistî a cîhanê û dij-pîvanên zanistî ên şanoya rojhilatê cîhanê wek qistas daye ber xwe. Lewma baş dibe nivîskar bi dilrihetî şanonameyên xwe bi min re parve bikin. Ez ê spasdarê wan bim. Ji bo baldaran malpera Laertes Books ev e: https://www.laertesbooks.org