Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

CHP: Li her derê zilm heye lê li ser kurdan zilmeke cuda heye!

27/04/2023

Ji hilbijartinan ra 17 roj mane. 

Li gor anketan li bajarên kurdan dengên Partiya Gel a Komarî (CHP) di asteke zêde da bilind dibe. 

Bilindbûna dengan wê tesîreke çawa li sindokan bike. Li ser çaraserîya pirsgirêka kurdan nêrîna CHPyê çi ye?

Serokê CHPyê ê bajarê Amedê Abdullah Atîkî derbarê hilbijartinan û li ser operasyonên roja duşemê pêk hat, bersiva pirsên Botan Timesê da.

“Em teymînata kurdan in”

“Dema encama anketan dibînin dest bi êrîşan dikin. Operasyona roja duşemê pêk hat û sedan zêdetir kes hatin desteserkirin jî ji wan yek e.  Li her derê zilm heye lê li ser kurdan zilmek cuda heye. Çawa çêdibe ku ji hilbijartinan ra 20 mane ewqas mîrov tên desteserkirin. Ger wan kesên hatin desteserkirin suçdar in, hûn çima heta îro sekinîn?

Abdullahh Atikî

Li gor Serokê CHPyê yê bajarê Amedê Atikî, bi operasyonan dixwazin welêt vegerînin salên 90an. Tirs û xov têkin nava gelî.

Atikî dibêje, “Ew çi bikin bila bikin wê nekaribin encaman biguherînin. Em tên û em ê bi ser bikevin.”

Di anketan da jî tê xuyakirin ku li Bakur dengên AKPyê dihele û yê CHPyê  jî bilind dibe.

Li gor sîyasetmedar Abdullah Atîkî nêrîna kurdan li hemberî wan guherîye. 

Sedema guherînan jî Atikî vi van gotinan rave dike;

“Em teymînata kurdan in. Ji ber ku Kiliçdaroglu Kurd e .Ev yek ji bo me gelek şanseke mezin e. Ew însanê vê herêmê ye, ji Dersîmê ye. Zilma ku her kurdekî li vê herêmê kişandiye, di heman demê da li wî û malbata wî jî hatiye kirin. Mîrovekî demokrat e. Ji ber wê nêrîna kurdan ê taybetî jî nerîna Amedîyan li hemberî me guherîye.”

Abdullah Atikî

Atîk diyar dike ku dema ew bên ser desthilatdariyê dê Kurd bêtir azad û wekhev bin.

Partî çi wextî  hatiye damezrandin?

Partiya Gel a Komarî di 9ê îlona 1923yan da di bin serokatiya Mustafa Kemal Atatürk da hatiye damezrandin.

CHP yekemîn partî ya Komara Tirk e û bi destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê ra hatiye demazirandin. 

CHP di roja îro da bi 134 parlamenteran li Meclîsa Tirkiyeyê da mixalefeta sereke ya Tirkiyeyê temsîl dike.

Ew partiyeke  çepgir a navendî ye ku nêrînên Kemalîzmê û sosyal demokratiyê dipejirîne.

Ji 22yê Gulana 2010an vir ve serokê giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û