Lîstikvanê fîlman Cahît Şahin Yalçinî qeza kiriye

04/02/2023

Lîstikvanê fîlman Cahit Şahin Yalçinî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wî li Diyarbekirê qeza kiriye.

Şahinî ji Botan Timesê re piştrast kir ku ew silamet e.

Yalçinî wêneyê erebeya xwe jî parve kiriye û diyar kiriye ji ber çalên di rêyan de wî qeza kiriye. Wî got ew ê dozê li wan saziyan veke ku rêyên xerab, serast nakin û dibin sebeba qezayê.

Wî da zanîn laşê wî êşiyaye û hin der xîştilî ne(diriyana sere-sere) lê ew baş e. Di nava rêyê de çaleka mezin hebûye dema berfê çal veşartiye û ew ketiyê erebeya wî qulipîye.

Şahin Yalçin aktorekê ji Erxenîya Diyarbekirê ye. Sala 2021ê digel Hanî Moştehîdîyê serlehengê fîlma “bêwar” bû.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Mixabin piraniya caran koçber nikarin pîşeya xwe bikin”

Weşana paşê

Wêne-nûçe: Sûrên Diyarbekirê xwe bi berfê xemiland